YPG’ê nasnameya 2 şervanan yek jê enternasyonalîst eşkere kir

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku li Dêra Zor û Serêkaniyê şehîd bûbûn eşkere kir.

 

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

 

Di 13’ê Gulana 2018’an de li gundê Bakoz ku xwedî girîngiyeke stratejîke ji aliyê hêzên me ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di operasyona rizgarkirina gundê Bakoz de şervanê me yê Îspanyolî Kendal Ramon pê li mayina ku çeteyan berê çandibû kir û şehîd bû.

 

Di dîroka 26’ê Gulanê de li Serêkaniyê rêhevalê me Mazlûm Cûma dema bi erka xwe radibû krîza dil derbas kir û şehîd bû.

 

Em sersaxî ji malbatên rêhevalên me yên şehîd û gelê me yê bi nirx re dixwazin. Em sond dixwin ku emê bibin şopdarên rêya şehîdan heta ku em azadiyê bi dest bixin, têkoşîna me wê bidome.”

 

Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;

 

 

Nasnav: Kendal Ramon

Nav û Paşnav: Ramon Maria Rull Linhoff

 

Navê Dayikê: Candelaria

Navê Bav: Ramon

Cihê Jidayikbûnê: Madrîd / Îspanya

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor /13’ê Gulana 2018’an

 

***

 

Nasnav: Mazlûm Cûma

Nav û Paşnav: Cûma Mihemed

Navê Dayikê: Heyye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dema Şehadetê: Serêkaniyê / 26’êgulana 2018’an