Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla yên xurt ên li Bakurê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk lidar xistin agahî parve kir:

 

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

 

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Agirî de, 26’ê Gulanê saet derdorî 17:30’an li dijî leşkerên ku ewlekariya rêya li geliyê Şikêra ya li nêzî Qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê digirtin çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiya ji 2 baskan ve xurt hate lêxistin de, li gorî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî koma ku ji bo mudaxeleyê bi hewara leşkeran jî hate bûye hedefa hêzên me. Di encama lêdana xurt a li vir de jî bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

 

Hêzên me hemwext li dijî leşkerên ji bo rêya Girê Sîvîr dixebitîn jî çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku makîneyên hêzên dijmin hate hedefkirin de, nehat zelalkirin bê ka çend leşker hatine kuştin an birîndarkirin.

 

Dîsa hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de, 26’ê Gulanê saet 17:30’an li dijî leşkerên li Girê Şehîd Gafûr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî xurt çeperên dijmin hatine xistin û bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

 

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 27’ê Gulanê saet 13:00’an li dijî leşkerên li girekî yê li devera Çemê Karê ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiya ku bi awayekî xurt li hêzên dijmin hate xistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

Hêzên me dîsa di çarçoveya heman pêngavê de 26’ê Gulanê saet 19:00’an li dijî leşkerên li devera Deriyê Berana a dikeve Herêma Kato Marînos ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

 

Li Kemah çalakiya sabotajê

 

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Dersimê ya Şehîd Oztan û Şehîd Roza de roja 24’ê Gulanê saet 11:00’an de li herêma Geliyê Dreşora Mezin a navçeya Kemah a Erzinganê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiya sabotajê lida xistin. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.

 

Li Berwariyê operasyon bê encam vekişiya

 

Roja 20’ê Gulanê artêca TC a dagirker li herêma Çemê Karê yê navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin. Di operasyonê de hêzên dagirker ku xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin, bê ku encamekê bigire vekişiyan.

 

Li dijî leşkerên li Mawa bi cih bibûn çalakî; 3 leşker mirin, 8 leşker jî birîndar bûn

 

Roja 23’ê Gulanê artêşa TC a dagirker li herêm a Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê operasynoneke berfireh dabû destpêkirin. Li gelek gund û bajarokan qedexeya derketina derve hate îlankirin û hêzên me roja 24’ê Gulanê li herêma Mawa li dijî komeke leşkerên artêşa Tirk çalakiyek lidar xist. Ji nêz ve li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin 8 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên kobra herêm bombebaran kir. Operasyona roja 26’ê Gulanê bêyî ku encam bigre paşve vekişiya."

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here