ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Di 30’ê Gulanê de dema Serokkomartiya Iraqê wê bi dawî bibe. Çavê aliyên siyasî jî li ser vî postî ye û dixwazin namzetê xwe ji bo danin. Bi taybetî YNK û PDK her yek xwedî fikrên cûdaye li ser postê serokkomariyê.

 

Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre duh li polîtburoya YNK’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û der barê postê serokkomartiyê de wiha got; “Em hewl didin ku ev poste ji bo Kurdan be. Di nava Kurdan de jî ji bo YNK’ê be. Di vê çarçoveyê de deriyê YNK’ê ji bo guftûgoya li gel tevahî aliyên siyasî vekiriye.”

 

 

Her wiha berdevkê PDK’ê yê Silêmanî û Helebce Eta Şêx Hesen jî li ser heman mijarê ji RojNews re got; “Ewa ku YNK’ê gotiye, nêrîna berdevik an jî YNK’ê ye. Belê bi şêweyek pratîkî biryar nehatiye dayîn ku ev post ji bo YNK’ê be.”

 

Eta Şêx Hesen wiha jî got; “Yasaya hilbijartinê wisa ye ku hêza biser ketiye, postên jor bigire. Li Iraqê PDK hêza serketiye. Ji ber ku ger hevpeymanên Nesir, Saîron, Fetih û hevpeymanên din bên hilweşandin, wê demê li Iraqê ti hêzek siyasî bi qasî PDK’ê kursî bidest nexistiye.”

 

 

Hêjay gotinê ye ku piştî rûxandina rejîma Baasê, postê Serokkomariya Iraqê di hersê demên buhrî de ji bo Kurdan bûn. Hersê caran jî destê YNK’ê de bûye. Du deman Celal Talebanî û dema sêyem jî yanî niha Fûad Mehsûm e.

 

Li gorî çavdêr û şirovekaran PDK dixwaze postê serokatiya Herêma Kurdistanê hilweşîne. Ev jî wê bibe sedema li gel YNK’ê bikeve nava pêşbirgek mezin ji bo wergirtina postê serokkomartiyê de. Ji ber dema pêştir dema postê serokkomartî dida YNK’ê, postê serokatiya Herêma Kurdistanê jî PDK’ê girtibû.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here