HDP-Başûr wê hilbijêran bibe ser sindoqan

29

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

 

Tirkiye wê ji bo hilbijartina serokkomar û hilbijartina parlementoyê di 24’ê Hezîrana 2018’an de biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. HPD vê carê jî mîna hilbijartina 7’ê Hezîranê bi namzetên renga reng yên ji pêkhateyên cûda yên Tirkiyê tevlî hilbijartinan dibe. Wê du hilbijartin bihevre pêk were. Ji ber hilbijartinên pêşwexte HDP lez daye xebatên bangeşeya hilbijartinê û hewl dide bi vê hilbijartinê dawî li dîkdatoriya AKP-MHP û Erdogan bîne. Ji lewma ev hilbijartin ji bo aşitî û aramiya Tirkiye û giştî Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

 

‘Her dengek wê çarenûsa gelê me biguhere’

 

Li Herêma Kurdistanê jî gelek hilbijêrên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê heye. Ji bo welatî bikarin dengê xwe bikar bînin Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê komîteyek ava kiriye. Nûnerê HDP’ê li Başûr Abid Îke diyar kir ku ew bangeşeya hilbijartinê li Başûrê Kurdistanê jî didin meşandin û got: “Ji bo welatiyên Bakurê Kurdistanê dengê xwe di hilbijartinan de bikarbînin xebatên me hene. Ji bo gel dengê xwe bikarbînin em ê alîkar bin û hêsankariyê ji wan re çêkin. Kesên ku nikarin dengê xwe li Tirkiye bikarbînin ji bo li konsolosxaneya Tirkiyê ya li Başûr bikarbînin emê bi wan re bibin alîkar. Her dengek xwedî girîngiyeke mezin e. “

 

Abid Îke bang li hilbijêrên Tirkiye yên li Başûrê Kurdistanê kir ku çawa di 7’ê Hezîrana 2015’an de ji Başûr çûn Bakur deng bikar anîn vê carê jî bi heman berpirsyariyê tevbigerin û biçin dengê xwe bidin.

 

Abid Îke di dawiya axaftina xwede got ku wan çend komîteyên hilbijartinê avakirine ji bo gel bikarin dengê xwe bikarbînin û wiha axivî: “Ev komîte dê welatiyên ku dengê xwe bikarbînin bibin Tirkiye û bînin. Em niha mal bi mal digerin ji bo gelê me biçin dengê xwe bikarbînin.”

 

(bz)