Li Başûrê Kurdistanê sendîkaya karkerên jin dest bi kar kir

44

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Cara yekemîne ku li bajarê Hewlêr û Iraqê sendîkayek a karkerên jin tê damezrandin. Ev sendîka roja 8’ê Adara 2018’an ji aliyê lijneyek taybet ya parastina mafê jinên  karker ve, li Hewlêr hate vekirin.

 

Li herêma Kurdistanê karkerên jin dema ku di xebitin li hemberî gelek zorî û zehmetiyan tên. Seroka lijneyê Şadye Ebdilwahîd got; “Rojane mafên jinan li cihên kar tên bin pêkirin. Emê hewl bidin bi rêya lijneyek taybet û sendîkaya karkerên jin mafên jinan bi parêzin. Wê bi rêya lijneyên taybet pirsgirêkên ku jin li cihên kar dijîn, bên şopandin.”

 

 

Heya niha li Başûrê Kurdistanê sendîkayek taybet ya ji bo jinan nebû. Wê bi rêya vê lijneyê karkerên jin werin şopandin û hewla pirsgirêkên heyî bên çareserkirin  bidin. Kesên ku navên xwe ji bo sendîkayê nivîsîn wê ji bo karên cûda cûda werin dabeşkirin. Wê ji aliyê sendîkayê ve mafê jinên navên xwe nivîsîn were parastin.

 

Rêjeya jinên ku ji dervey Başûrê Kurdistanê hatîn, nediyare. Berê bi rêya şirketan jinên biyanî dihatin Herêma Kurdistanê û di xebitîn. Lê ji ber ku niha ev şirket nemane, ev jin navê xwe li sendîkaya karkeran a jinan tomar dikin. Heya niha rêjeya jinên biyanî li Herêma Kurdistanê nediyare.

 

Lijne ji aliyê jinên endamên partiya YNK, PDK, Hizba Komunîst û Aşûriyan ve tê rêvebirin. Lê heya niha tenê du endamên vê lijneyê dest bi karê xwe kirine.

 

(rn)