NAVENDA NÛÇEYAN

 

Qeymeqamê bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistan, îro li avahiya xwe bi şêwirmendê bazirganî û pîşesaziyê yê komara îslamî ya Îranê Enwer Hesib Zade re rûnişt.

 

Li gorî agahiyên hatine standin di civînê de herdu alî balkêşane ser giringiya peywendiyên bazirganî û aborî. Herwiha di civînê de hat gotin ku wê peywendiyên aborî di navbera parêzgeha Silêmanî û Îranê de werin xurtkirin. Ev peywendî wê di berjewendiyê welatiyên Herêma Kurdistan û Îran de werin kirin.

 

Di civînê de bal hat kişandina ser pirsgirêkên ku li ser sînorên Herêma Kurdistan û Îranê de pêktên jî. Hat gotin divê ji demek a din zûtir ev pirsgirêk werin çareserkirin.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here