MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê avabûna saziya ewlehiyê û giringiya wê. Bi avabûna wargehê re saziyên sereke hatin avakirin. Yek ji wan jî saziya ewlekariyê ye. Saziya ewlekariyê 1994’an bi avabûna wargehê re destpê kir. Hîn di gava destpêkê de jin ketin nava karê ewlekariyê. Ji dayîkên temen mezin heta jinên ciwan xwe ji bo xebatên ewlekariya wargehê pêşiniyar kirin. Ji jinên di nava saziya ewlekariyê de cih digirin Sabriye Îşleg nirxandin li ser pêvajoya destpêkê ya tevlîbûna jinan kir.

 

Îşleg da zanîn ku divê her dem jin di nava hêzên parastinê de cih bigirin û wiha domand: “Pêdiviyên hemû civakan bi parastinê heye. Hewceye timî di nava parastinê de beşa parastina jinan jî hebe. Di nava giştî de me pêdivî bi asayîşa jinê jî dît ku jin jî têkeve saziya parastinê. Destpêkê hinek ecêb hat, lê dema jinan di asayîşê de cih girtin her çû tevlîbûna nava xebatên saziyê zêdebûn. Destpêkê dayîkan xwe pêşiniyar kirin ji bo xebatên asayîşê, paşê jî ciwanan xwe pêşniyar kirin. Ev di wargehê de bi erênî bandorek baş kir. Dayîkên temenê wan 50-60 salî xwe pêşniyar kirin û ketin asayîşê. Dema ku jinan cihê xwe di asayîşê de girtin bala her kesê kêşan û her kesê xwest têkevin nava karê asayîşê.”

 

 

‘Ger em jin tenê jî bimînin emê xeta parastinê mezin bikin’

 

Sabriye Îşleg bal kişand ser pêdiviyên xweparastinê û wiha berdewam kir: “Parastin pêwîste, emê çawan zayenda xwe û ramanê xwe biparêzin? Di nava gel de bi bûneya hişmendiya parastinê bê avakirin perwerde hat dayîn. Ji bo em bikarin hîn zêdetir xebatên xwe yên parastinê mezin bikin, me hişmendiya parastinê di nava gel de ava kirin. Bi vî awayî her kes êdî bi xwe parastina xwe û derdora xwe dike. Dema ku hêzên derdorê ser me de dihatin hîn zêdetir hêrsa jinan zêde dibû û xwe di asayîşê de bicih dikirin. Her dem pergal êrîşî jinan dikin, jiber wê jî pêdivî bi parastina cewherî heye. Heya derketina DAIŞ’ê jî wihabû, zêdetir jin dihatin hedefkirin. Jinên wargehê jî vê dibîne û hîn zêdetir hêrsa me ya xebatê zêde dibe. Çawan li rojava jin pêşengiya ewlekariya gel dike li vêderê jî bi heman şêweyî jin pêşengiyê dikin. Ger em jin tenê jî bimînin emê parastina gelê xwe bikin. Êrîşên Şengalê hîn zêdetir hêrsa me zêde kiriye ji bo tolhildana jinan divê em hîn zêdetir hişmendiya parastinê mezin bikin.”

 

‘Parastina gel karê herî pîroze’

 

Ehmed Orhan yê ku ji destpêka avakirina saziya ewlekariyê heta niha parastina gel dike jî girîngiya xebatên xwe wiha anî ziman: “18’ê Gulana sala 1998’an em hatin wargeha Mexmûrê, wê pêvajoyê min di nava asayîşê de cihê xwe girt heta niha. Ev 20 salin ez di nava hêzên parastinê de cihê xwe digirim. Ji pêvajoyên destpêka penaberiya wargehê heta 98’an em ji gelek wargehan veguhestin ji bo ku bi tevahî me bixin bin serweriya xwe, lê me ne pejirand. Sala 1995 dema ku me nepejirand ew parastina me bikin, embergo danîn ser wargehê, nehêla sê mehan livek nîskê jî têxin hindirê wargehê. Bi wî awayî di ser me de hatin lê me ticarî nepejirandiye, ew me rêvebibin û parastina me bikin. Di cîhanê de karek weke parastina gel kirin pîroz tineye. Her dem ji bo me bêxin bin destê xwe di ser me de hatine û hevalên me şehîd jî xistin jî, lê me dest ji parastina gelê wargehê berneda.”

 

 

‘Em parastina xwe nadin destê kesê’

 

Ji Rêveberiya Saziya Ewlehiyê Abdulah Oy yê ji 2000’ê heta niha parastina gel dike jî xebatên xwe yên saziyê wiha nirxand: “Em bi xwe parastina xwe dikin. Em parastina xwe naxin destê ti hêzên herêmê. Ev karê girtina ewlekariyê ji dema avabûna wargehê heta niha berdewam dike. Hêzên derdorê nedixwestin em çek bigirin û xwe biparêzin. Heta sala 2014’an pêvajoya şerê DAIŞ’ê me êdî çek girtin û heta niha jî êdî em bi çekê parastina xwe dikin. Ji çêbûna turen, şîn û şahiyan bigire heta parastina giştiya wargehê hemû em berpirsiyarin. Gel jî alîkariya me dike.”

 

 

Karkerê Mijînî jî destnîşan kir ku tedbîrên wan yên parastinê hene û wiha dom kir: “Bi şev û roj tedbîrên me hene, em baş ser her devera wargehê disekinin. Hevalên me fedekariyek baş dikin. taybet ji pêvajoya hatina DAIŞ’ê ya derdora wargehê ve me hîn zêdetir xeta parastinê mezin kiriye. Ne tenê asayîş gel jî di ferqa girîngiya parastinê de ne û xwe berpirs dibînin. Jiber nediyare wê çawan û bi kîjan şêweyî di ser de bên, jiber wê jî bi her awayî em parastinê ji her tiştî girîngtir dibînin. Me girîngiya ewlekariyê hînî gel jî kiriye ku her kes bi baldarî tevdigerin.”

 

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here