Parlamenterê Kerkûkê Dawidî têkildarî rewşa Kerkûkê hişyarî da

32

 

 

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 

Parlamenterê YNK'ê yê Parlamentoya Iraqê Şiwan Dawidî têkildarî rewşa Kerkûkê ya piştî hilbijartinên 12'ê Gulanê ku  Ereb û Tirkmen li dijî ecamên hilbijartinê xwepêşandana pêk tînin, bi daxuyaniyekî nivîskî hişyarî da.

 

Di daxuyaniya Parlamenterê Kerkûkê Şiwan Dawidî wiha tê gotin;"Demeke li Kerkûkê bi navê nerazîbûna encamên hilbijartinên, bi rêya heqaret û lihevnekirinê pêkhateyên din, hewldana şerê neteweyî li bajar tê kirin. Cihê xwepêşandanên Kerkûkê bûye milkê tundûtujiyê û planên li dijî tenahî û aştiya bajarê biratiyê Kerkûkê."

 

Di daxuyaniya Dawidî de ev hişyarî tê kirin, "Eger pêşî li van hewldana neyê girtin, wê encamên wê trajedî bin. Gefê li ser  bi hevre jiyanbûna pêkhateyên Kerkûkê ya aştiyane çêdike. Divê Lijneya Dosya Ewlehiya Kerkûkê, ji bo van planan û heqaretan sînorekê danin ku nehezên bi hevre jiyanbûnê naxwazin li Kerkûkê  diafirînin. Êdî nabe ji ber wan heqaret li neteweyên sereke yên welatê me bên kirin û nabe êdî bi eşkere propaganda şer û terorê bikin."

 

Piştî eşkerekirin encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku di 12'ê Gulanê de pêk hat, Tirkmen û Erebên Kerkûkê encamên hilbijartinê red kirin û diyar kirin ku sextekarî hatiye kirin. Ji wê demê ve çend caran xwepêşandan kirine.