BEXDA / ROJNEWS

Parlamentoya Iraqê vê êvarê bi beşdarbûna 165 parlamenteran têkildarî encamên hilbijartina 12'ê Gulanê pêk hatî ku dihat gotin ku sextekarî têde hatiye kirin, civiya.

 

 Parlamentoya Iraqê têkildarî encamên hilbijartinê du biryar dan.

 

Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji sedî 10'ê dengan li seranserî Iraqê bi dest werin hejmartin. Herwiha Parlamentoya Iraqê dengên dengdana derve û yên taybet ên koçberan red  kir.

 

Biryar hate dayîn ku encamên hilbijartina bi nivîskî bidin aliyên siyasî.

 

Li gorî biryara jinûvehejmartina dengan a ji sedê 10'ê, eger di hejmartinê de sextekarî yan kêmûkurtî hatin îspatkirin, wê hejmartina dengan bi temamî bi dest pêk were.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here