CÎHAD HAWRAMÎ / ROJNEWS

 

Pirtûkxaneya Biyare di sala 1885’an de li navçeya Hawraman a ser bi parêzgeha Helebce, ji aliyê Şêx Emer Şêx Ziyabendê Neqşebendî ve hatiye çêkirin. Divê pirtûkxaneyê de nêzî hezar pirtûkên bi dest hatİn nivîsîn hene. Di nava pirtûkan de, pirtûkên zanistî, olî, helbest û dîrokê hene. Dema ku ev pirtûkxane hatî avakirin, wê demê ji aliyê gelek kesan ve pirtûkên bizimanê Kurdî, Erebî û Farisî hatine danîn.

 

Berpirsyarê pirtûkxaneya Biyare Mela Faxir Mihemed Şeqlaweyî li ser rewşa pirtûkên ku li ber windabûnêne agahî da ajansa me. Şeqlaweyî got; “Beriya niha demek, ji aliyê rêveberê pirtûkxaneya Silêmanî a giştî ve, bi armanca zêdetir parastina van pirtûkên bi dest hatine nivîsîn, zêdetirî 400 pirtûk birin pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê. Li wê derê jî niha tên parastin. Me ji wan xwest ku her pirtûkek herî kêm carek were çapkirin da ku winda nebin. Lê ev daxwaza me pêk nehat.”

 

 

Şeqlaweyî diyar kir ku ji bo parastina van pirtûkan ne hikûmet ne jî ti hizbek alîkarî ne daye wan û ew parastina van pirtûkan bixwe dikin.

 

Beriya niha jî gelek caran deriyê pirtûkxaneyê ji aliyê hinek koman ve hatiye şikandin û ziyan gihiştiye pirtûkan. Herwiha di dema rejîma Baas de ji ber gund hatin valekirin ziyan gihişt pirtûkxaneyê. Pirtûkên bi dest hatîn nivîsîn ji ber ku cara dûyem nehatine çapkirin, dibin metirsiya tinebûnê dene. Di nava pirtûkan de gelek pirtûkên dîrokî, çandî, zanistî û olî hene. Ev pirtûk hemû bi dest nivîsa wê demê hatine nivîsîn.

 

 

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here