BEHDÎNAN/ ROJNEWS

 

Dewleta Tirk li aliyekî xaka Başûrê Kurdistanê bê navber bombebaran dike, li aliyê din jî dagirkeriya leşkerî berdewam dike. Heya niha di encama êrîşên dewleta Tirk de bi dehan welatiyên sivîl li herêmên Balekayetî, Behdînan, Binarê Qendîl şehîd bûne. hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hemberî vê bêdenge.

 

Yek ji rojnamegerên herêma Behdînan Qareman Şukrî Zeynedîn der barê êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk de, ji RojNews re wiha axivî; “Balafirên şer ên dewleta Tirk her roj herêma me bombebaran dikin. Belê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bêdenge. Ji ber ku guhê hikûmetê di destê Tirkiyê de ye. Ji ber vê jî hêviyek me ji hikûmetê ne maye. Ji ber hikûmet guhdarî daxwazên welatiyan nake.”

 

 

Qareman Şukrî Zeynedîn wiha jî got; “Ez ji ciwanan daxwaz dikim ku bixwe dijî van êrîşan derkevin. Ji ber ên welat rizgar bikin û bi parêzin ciwanin. Di navbera PDK û AKP’ê de cûdahî nîne. Ji ber ku ger li hemberî bombebaranên dewleta Tirk li ser herêma Behdînan ti helwestek wê nebe,  wê demê cûdahiya wan û dijmin nîne. Ji ber wê jî ez daxwaz ji ciwan û rewşenbîran dikim ku bibin xwedî helwest.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here