NAVENDA NÛÇEYÊN

 

Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Xurek ya Urdinê El-Muhendis Yerib El-Qedai got ku hikûmeta welatî wî bi awayekî fermî ji hikûmeta Tirkiyê re ragihandiye ku ew ê peyaman bazirganiya serbest a di navbera wan û Tirkiyê de bi dawî bikin.

 

El-Qedai derbarê mijarê ji rojnameya El-Xed a Urdinê re axivî û destnîşan kir ku têkiliyênê bazirganiyê yên heya niha bi Tirkiyê re didin meşandin bandoreke neyînî li pîşesaziya wan a netewî dike, ji lewma ew biryar dane ku dawî li  peymana bazirganiya serbest bînin.

 

Desteya Wezîran a Urdinê di rûniştina  xwe ya 14'ê Gulana sala 2015'an de Wezîrê Pîşesazî, Bazirganî û Xurekê erkdar kir ku ew peymanên wan yên bazirganiyê yên bi Tirkiyê re bi dawî bike.

 

Urdin peymana hevbeş a herêmên bazirganiyê yên azad bi Tirkiyê re di sala 2009'an de wajo kiribû û di Adara sala 2011'an de jî ket meriyetê.

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here