Astengdarî li pêşiya karê wî nabe asteng

31

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS

 

Selah Salih ku bi navê Selahê Helebceyî ji te naskirin û niştecihê Helebceye 38 saliye. Ev qasî 10 salan bi firotina tizbî û benîştan pêdiviyên xweyê jiyanî pêktîne.

 

 Di 6 saliya xwede li gel hevalên xwe ji bo pêşerojekî vekirî bi pileyek bilinde dest bi xwendinê dike . Lê ji ber  xirabûn rewşa aborî Selah dest bi karkirinê dike. Ji ber rewşa xirab ya aborî Selah heya refa 6 a seretayî karî dibistanê bixwîne û dest ji xwendinê berda.

 

 Selah Helebceyî li nav bazarên Silêmanî, Helebce û Şarezûrê bi erebeya xwe ya seferî Ttzbî û benîştan difiroşe û pereyê nanê xwe peyda dike.

 

 

Selah Salih di şeva 21’ê Adara 2003’an de dibe 24 salî. Salîh  li ser hişê xwe diçe, weke  yekem şeva biharêbû hina rewşa hewayê sarbû. Lingên wî dikevine ber sobeyê. Bizîşk neçar dimînin herdu lingên wî jêbikin û pêwistiya wî bi alikariyê heye.

 

Piştî vê bûyerê Selah çend cara daxaz ji hikûmetê dike ku du lingên protez jêre çêke. Ji ber ku rewşa wan ya aborî pir xirab bû, ne dikari vê mesrefa pêşwazî bike. Her wiha hikûmetê ji tu alikarî nedayê. Pıştî sala 2010 rêzistinekê mesrefa Salih girt serxwe û ji bo ku carekdin Selah biçe nav bazarê bigere û bikare ji xwere kar bike.

 

Ew li benda arikariyên taybe ji ber ku bikaribe kar bike bi erebeya xweya seferî ji bo firotina tizbîh û benîştan. Ji bo ku bikaribe di nav bajaran de bigere lê tenê di nav bazara bajarê xwe de diger û tizbih û benîştan difiroşe.

 

 

Selah Helebceyî  bi rêya RojNews peyamek  da û got: “Ti  caran ji jiyanê bê hêvî nebin. Ez bi xwe rabûm û min bi xwe jiyana xwe afirand. Min tu kareki din ne kiriye. Ji bo wê pêwiste mirov xwedî îradebe û bi xwe bikaribe pêwîstiyên jiyana xwe dabîn bike.”

 

 

Selahê ku pêwistiya wî bi alîkariya taybe, lê bi firotina hinek curê tizbîh û benîştan pêwistiyên xwe pêşwazî dike û diyar kir: “ Pêşiya ku qeyrana darayî derbikeve karê min pir başbû û welatiyan ji gelek dikirîn. Piştî qeyrana darayî firotin tizbî û benîştan pir kêmbûye. Ji bo nimune tizbiyek 10 hezaran  qasî 10 roja digerim heya yekê difiroşim.”

 

(ep/rn)