Avakirina hikûmeta nû ya Iraqê karekî pir zehmete

36

 

 

DANA OMER / ROJNEWS

 

Encama hilbijartina parlamantoya Iraqê gelek kes di nava şoqê de man û nerazîbûna xwe diyar kir. Li Herêma Kurdistanê ji 6 aliyê ku beşdarî hilbijartinê bûyîn û qezenc ne kirin, dibejin sextekari di hilbijartinê de hatiye kirin. Li parêzgehên Enbar û Musilê ku piraniya xwecihên wê Sunnî bûn, lê Şîe  bûn yekemîn.

 

Aliyên serkeftî

 

Di rêza yekemîn ya hilbijartinê parlamantoya Iraqê de listeya Hevpeymana Saîron ku serokatiya wê Muqteda Sedr dikir bû yekemîn.

 

Muqteda Sadr têkiliya wî bi Amerîka û Îranê re nezêde baş e. Ji ber wê di sala 2003’an de hêza bi navê Mehdî avakir û şerê artêşa Amerîka di nava xaka Iraqê de kir. Li gorî Sadr nabe hêzekî dagirker li Iraqê bimîne. Ev şer li gel artêşa Amerîka heya sala 2008’an berdewam kir. Piştre li ser zextên Amerîka û hikûmeta nû ya Malîki di sala 2008’an de mecbûr ma hêzên Mehdî hilweşîne. Piştî rûxandina hêza Mehdî dest bi polîtîkaya daxistina gel ya qadan kir û  gelek caran ji xwepêşandanên girseyî li Bexda kirin.

 

 

Sadr têkiliyên wî li gel Îranê jî ne başin. Jı ber ku li diji dagirkirina Îranê ya li ser  xaka Iraqê ye.  Li gorî Sadr Iraq bi xwe dikare biryarên xwe bide. Di navbera salên 2007 û 2011’an de Sadr ji bo xwendina Fakulteya Îtîchad ku bi pileya herî bilind di nava mezhebê Şîe de li bajarê Qum yê Îranê bidest têxe. Di be xwendekarê Kazimî Xaîrî  ku bi nasnameya Iraqî. Pişti qetandina xwendina xwe dewleta Îranê dîplomaya qetandinê nedayê, ji ber ku li ser nifûsa Iraqê qeydkiriye. Ji ber ku Îran wisan di fikirî eger belgeya qetandinê bidin Sadr wê bandoriyek mezin li ser siyaseta Îranê bike. Ji ber nedana belgeya xilaskirina xwendinê di navbera Îran û Sadr de nakokî derdikeve.

 

Çavdêrê siyasî Kemal Reuf ji got: “Sadr bi xwe dizane nikare bi serê xwe hikûmeta nû ya Iraqê çêbike. Ji ber ku dizane Îran li dijiye. Ji ber wê xwe nêzî Ebadî kir, ji bo bala Amerîka belav bike. Amerîka piştgiriya wan partiyan dike ku ewê hikûmeta nû ya Iraqê çêbike, ji ber ku hêza wî nîne li hember Heşdî Şebî  bisekine.”

 

 

 Listeya bûyî duwem  di hilbijartinê de hevpeymana Fetehe ku serokatiya wê Hadî Amîrî dike û weke nunerê Heşdî Şebî ji tê naskirin ku 48 kursî bi dest xist. Ev listeya hevpeyman nêzîkî Îranê ye. Îran dixwaze ev liste di avakirian hikûmeta nû ya Iraqê de bihêz be, lê Amerika vê yekê naxaze. Her wiha listeya Dewleta Yasa ku serokatiya wê Nurî Malikî dike û di hilbijartinê de 26 kursî bi dest xist û nêzîkî Îranê ye.

 

 

Kemal Reuf di vê derbarê de ji wiha got: “Hadî Amirî û Nurî Malikî du hêzên nêzîk Îranê ne. Ji ber wê di nava Amerîka û Îranê de pêşbaziyek giran li Iraqê ji bo van hêzan derketiye. Ji ber wê Îran dixwaze ev du hêz serokatiyê bikin.”

 

Listeya sêyemîn ku di hilbijartina Iraqê de serkeftin bi dest xistî Listeya Nasir ku serokatiya wê Heyder Ebadî  dike, di hilbijartinên Iraqê de 42 kursî bidest xistin. Ev hevpeyna ku di bin serokatiya Heyder Ebadî de nêzî Amerîka ye.”

 

 

Listeyên Kurdan yên ku bejdarî hilbijartinê bûyîn 58 kursî bidest xistin. Lîsteya Sunî ji 56 kursî bidest xistine. Lê ji ber pirsgirêkên navxweyî nikarin hêza xwe bikin yek û ji bo avakirina hikûmeta nû nikare zextan li ser avakirina hikûmeta nû bidin çêkirin.

 

Kijan hêz dikare hikûmeta nû ava bike?

 

Eger dadgeha federal a Iraqê encamê hilbijartinê qeyd bike. Pêwîste di nava 15 rojan de runiştina parlamantoya Iraqê pêkwere û  di nava 15 rojan de serokkomarê were hilbijartin. Piştre wê serokkomar biryara avakirina hikûmeta nû bide. Ji bo avakirina hikûmeta nû wê danustandin û serlêdanên aliya  destpê bike û wê postê serokê hikûmet û dewletê were diyarkirin.

 

Eger Muqtedar Sadr di nava 15 rojan de hikûmeta nû çênekir, wê serokkomar ji bo çêkirina hikûmeta nû biryarê bide listeya bûyî duyem di hilbijartinê de û ew ji pêwîste di nava mehekê de hikûmeta nû saz bike. Eger listeya duyem ji encam negirt, wê listeya Hadî Amîrî dest bi çêkirina hikûmeta nû bike  ku listeya Hadî Amîrî wek nûnerê Heşdî Şebiye û nêzîkî Îranêye. Ji bo pêkanîna hikûmê wê erk bigere. Jı ber wê zextên Amerîka zêde dibin.

 

Ji bo post û desthilatdariya Hikûmetê tu ali bi serê xwe nikare bibest bixwe. Ji ber ku hemû alî di hilbijartinê de lewazi bi dest xistin, ew hikûmeta ku heyî ji wê pêk were. Weke Mînak, eger Sadr ne karî hikûmetê ava bike hêza wî heye ku gel daxe qadan û rewşa hikûmetê nexweş bike. Eger Hadî Amîrî û Nurî Malîkî bi karin bi hêza Heşdî Şebî wê pirsgirêkan ji bo desthilatdariya hikûmeta Sadr bidin çêkirin. Eger Kurd û Sunne ji hêza xwe di aliyê siyasî de bikin yek, wê di aliyê mezhebî de pir lewaz bimînin. Ji bo wê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gelek zehmete.

 

Hêjay gotinê ye ku parlamentoya Iraqê di runiştina xwe ya duh têkildarî hilbijartinên 12’ê Gulanê yên gelemperiya Iraqê de du beryar dan.

 

Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji sedî 10'ê dengan li seranserî Iraqê bi dest werin hejmartin. Herwiha Parlamentoya Iraqê dengên dengdana derve û yên taybet ên koçberan red  kir.

 

Biryar hate dayîn ku encamên hilbijartina bi nivîskî bidin aliyên siyasî.

 

Li gorî biryara jinûvehejmartina dengan a ji sedê 10'ê, eger di hejmartinê de sextekarî yan kêmûkurtî hatin îspatkirin, wê hejmartina dengan bi temamî bi dest pêk were.

 

(rn)