EMÎRE XANEQÎN/ XANEQÎN

 

Rêveberê bajarokê Gulale yê ser bi navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale Yaqub Lihêbî, li parêzgeha Diyale di roja 21’ê Gulana îsal de hate binçavkirin. Yaqub niha li bajarê Beqube yê navenda parêzgeha Diyaleye û dibin çavan de tê ragirtin.

 

Li ser binçavkirina Yaqub, berpirsyarê komîteya YNK’ê yê Gulale Xelîl Xudadayî ji RojNews re axivî. Xelîl got; “Hewl didin rêveberê Gulale Yaqub ji erkê wî deynin. Ji bo vê em daxwaza civîna encûmana navçeyê dikin. Hinek endamên Kurd yên encûmana navçeya Gulale û beşek ji Ereban jî diyar kirin ku ger Yaqub Lihênî ji kar bê dûrxistin, ew tevlî civînê nabin.”

 

Yaqub Lihêbî ji eşîra Ereban a Lihêbiye. Di serê sala 2015’an de weke rêveberê navçeya Gulale dest bi kar kir. Yaqub di 21’ê Gulana 2018’an de li Diyale hatiye girtin.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here