BEXDA / ROJNEWS

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro di civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê de, bal kişand ser daxwazên aliyên siyasî yên Iraqê yên têkildarî encamên hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamantoya Iraqê.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku daxwaza betalkirina encamên hilbijartina 12'ê Gulanê karekî neraste.

 

Ebadî der barê daxuyaniya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ku eşkere kirîbû ku eger encamên hilbijartinê werin betalkirin, dibe ku şerê navxweyî rû bide, matmayîn bûna xwe anî ziman.

 

Ebadî têkildarî operasyonên li dijî DAIŞ'ê ji got; "Operasyonên li dijî terorîstên DAIŞ'ê li hundirê Iraqê û ji derve berdewam dikin. Sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê heya astekî bilind parastiye."

 

Parlamentoya Iraqê duh biryar dabû ku ji sedê 10'ê dengên hilbijartinên 12'ê Gulanê li seranserî Iraqê bi dest werin hejmartin û dengên derveyî welat û koçberan jî betal kir.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here