MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Saziya Diplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di sala 1994’an de avabûye. Di sala 1995’an de jî bi awayekî fermî bi hilbijartina 11 endamên ji aliyê gel ve hatî hilbijartin dest bi xebatê kiriey. Xebatên diplomasî bi avabûna wargehê re destpêkiriye. Hemû karên derve bi rêya saziya diplomasiye tê birêvebirin. Ji hatin û çunê heya hemû têkiliyên derve bi rêya vê saziyê tên kirin. Polat Bozan ê ku ji destpêkê heta niha di nava saziyê de cihê xwe girtiye di derbarê xebatên saziyê de nirxandin kir.

 

‘Endamên saziyê ji aliyê gel ve hatin hilbijartin’

 

Polat da zanîn ku ji destpêka avabûna wargehê heta niha saziyê karên têkiliyên derve birêve biriye û wiha domand: “Ji destpêka avabûna wargehê ya sala 1994’an saziya me ya karên derve jî dest bi xebatan kiriye. Di sala 1995’an de li wargeha Etrûşê saziya me ya têkiliyên derve weke komîteyek ji 11 kesan ji nava gel hat hilbijartin. Dema ku bi awayek fermî komîte hat avakirin, êdî di nava xwe de jî karbeşiyê dikin. Beşa ji peyîwendiyên derve berpirs, beşa bi erzaqê tê nava wargehê re berpirs û beşa arşîvê bi vî awayî xebatên xwe rêxistin dikin. Ji têkiliyên saziyên peyîwendîdarên derve heya belavkirina erzaqê tê nava wargehê, hemû komîta me pêre mijûl dibin.”

 

 

Polat destnîşan kir ku destpêkê hêzên derve ew nas nedikirin, ji ber wê jî hewldidan wan têxin bin bandora xwe û wiha pêde çû: “Her dem em bi navê vî gelî hewl didin peywendiyan bi saziyên derve yên peywendîdar re çêkin. Di pêvajoyên destpêkê de em nasnedikirin, ji ber wê jî hewildidan me bixin bin bandora xwe de hebûn. Her ku dîtin em li hemberî hewldanên wan disekinin û napejirînin.”

 

‘Penaberiya siyasî ji bo me bûye nasname’

 

Polat bal kişand ser berxwedaniya gelê wargehê ya parastina xweseriya xwe û wiha berdewam kir: “Her dem gelê wargehê xwedî seknek berxwedêrbûye, me jî nûneriya wan kir û peyîwendî bi derve re çêkiriye. Her çendî hinek deman di nava nakokiyan de jî be têkiliyên me bi Hikûmeta Herêmê re berdewam kiriye. Êdî penaberbûna siyasî ji bo me bûye nasname, her kes me bi wê nasnamê dinasin. Her tim li gorî rewşên siyasî û ewlehiyê wargeh hatiye parastin. Ji ber pir ji derve hewldan çêbûne ji bo belavkirina wê. Wargeh di şopandina pêvajoyê de xwediyê rolek diyarkerbûye û bandora wê li ser yekîtiya netewî jî heye.”

 

‘Em jin li ser xeta Fîdan Dogan diplomasiyê mezin bikin’

 

Ji Saziya Diplomasiyê Fatma Îzer jî bal kişand ser rola jinê ya dikar de û got: “Em jinên nava saziya karê derve di heman demê de endamên Meclîsa Îştarin. Di nava saziyê de em bi karên derve çûn û hatinê re mijûl dibin. Em diçin derve rojane, karek derve çêbibe em pêre mijûl dibin. Zêdetir bi jin û girîngiya jinê di dîplomasiyê de mijûin. Di Iraqê û Herêma Kurdistanê de her dem dîplomasî weke karê mêr dîtine. Weke ku jin nikare di warê dîplomasiyê de kar bike, ev jî kêm dîtina jinê ye.

 

 

Dema dibînin em jin di nava diplomasiyê de cih digirin, bandorê li ser wan jî dikin û pê bandor dibin. Pergala me cuda dibînin. Jin pir bi baldarî li me guhdarî dikin û bi mereq dixwazin hîn bibin pergala me. Jiber wê em jî hîn zêdetir di karên derve de jinan muxatabên xwe dibînin. Di nava civaka Mexmûrê de jî girîngiya diplomasiyê heye, ji ber her karê heyî tên ji me dipirsin û em pêre mijul dibin ji bo wê jî girîng dibînin. Daxwaziya min ewe ku li ser xeta Fîdan Dogan em diplomasiyê mezin bikin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here