ÎBRAHÎM ÊZİDÎ/ ŞENGAL

 

Bi sedan sale gelê Ezidî di quntara çiyayan de jiyana xwe dewam dikin. Çi ji ber fermanan be çi jî ji ber parastin û jiyan kirinê be, herdem berê xwe dana çiyayan. Bê guman gelê Kurd hemû çiyayî ne. Kurdan hertim pişta xwe daye çiyan. Ji ber ku tenê çiya bûne dost û hogirê wan.

 

Her bajar û gundek yê Kurdan bi hûnerek, çandek xwarin yan jî vexwarinek xwe yê zengîn tê nasîn. Tutina çiyayê Şengalê jî tutina herî navdare. Tutina geliyê Kersê ku li ber ava kaniya Pîrexayê tê çandin, ji bo gelê Êzidî pîroze. Di derbarê çandinî û pîroziya Tutina Kersê de, welatiyê Êzidî yê binavê Hecî Sado agahî da RojNews. Sado bi xwe xelkê gundê Kersê yê Şengalê ye.

 

 

Sado got; “Ev bi sedan sale gelê Êzidî xwe ji çiyayan qut nekirine. Gelê me bi xwezayê ve hertim girêdayiye. Temenê min 70 sale. Ji zarokatiya min heya niha ve em karê çandiniya Tutinê dikin. Em vê çandiniyê li ber ava kaniya Pîrexayê dikin. Li seranserê Iraqê tutina me ya herî baş û navdare.”

 

Sado di dewamê de behsa çandiniya Tutinê kir û got; “Ji beriya meha 3’ê em tov diavêjin. Di meha 5 û 6’an de cardin şitlên Tutinê radikin û di nava latikan de diçînîn. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Beriya ku ferman çêbibe, me karek baş dikir. Lê niha her tişt giran buye. Em niha nikarin tenê bi çandiniyê ve jiyana xwe dewam bikin. Ji ber ku tu bazirgan ji derve nayên,  karê tutinê jî kêm buye. Em nikarin bifiroşin.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Sado got; “Bê guman her cureyê cixarê xirabe. Lê tutina ku em diçînin, gelek ji cixareyên tên çêkirin baştire. Min di temenê xwe yê 7 salî de dest bi cixarê kir û hîna jî divexwim. Ev tutin ji ya kargehan gelek baştire. Li ber aveke pîroz tê çandin û gelê Ezidî vê tutinê pîroz dibînin.”

 

 

 

 

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here