‘Zêdetirê 40 roje min ji Tevgera Goran îstifa kiriye’

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Duh bi şev desteya bilind a rêvebera Goran di daxuyaniyekê de diyarkir ku ji ber ku parlamenterê wan Mesud Heyder ne dilsozê karên Tevgera Goran bû, bi dengên desteya bilind a rêvebera Goran, biryar hatiye girtin ku Mesud ji rêzên tevgerê û fraksiyona Goran a li Bexda were derxistin.

 

Li ser vê yekê parlamenterê Tevgera Goran yê parlamentoya Iraqê Mesud Heyderî jî  got; “Ev zêdetirî 40 roje min hem ji firaksyonê hem jî ji tevgerê dest ji kar berdaye. Daxuyaniya desteya bilind a tevgera Goran bingehê xwe nîne. Ji ber ku ev demek min dest ji kar berdaye. Ez bi nûnerbûna Kurdan serbilindim. Ji ber parastina ax û xelkên Herêma Kurdistan min parastiye ez serbilindim. Ez ji pêşbaziya hizbijî durbûm.”

 

 

 Herî dawî Mesud Heyderî li ser dev ji berdana xwe ya kar got; “Ger pêwîst bike ezê li ser destberdana xwe ya ji kar bi berfirehî biaxivim.”

 

(rn)