KERKÛK/ROJNEWS

 

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, alozî ket nava aliyên siyasî. Li gorî gelek aliyên siyasî di hilbijartinan de hîle hatiye kirin. Li ser vê yekê Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji sedî 10’ê dengan ji nûve were hilbijartin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya fermandariya dezgehên tekoşîna li dijî terorê, xwepêşandêr li hemberî encamên hilbijartinê nerazî, rê nadin sindoqên elektoronî yên dengan bên şandina ofîsa nîştiman ya Bexdayê.

 

Herwiha li gorî daxuyaniyê piştî nûçeyên şandina sindoqan ji bo Bexda, xwepêşanvder li derdora cihên dengdanê zêde bûne. Fermandariya dezgehên tekoşîna li dijî  terorê di dewama daxuyaniya xwe de got; “Em daxwaz dikin karê veguhestina sindoqên dengdanê ji bo demek din bê paşxistin. Ev babet li gel aliyên siyasî were çareser kirin û alozî ji bo bajêr çêneke.”

 

Serokê komîsyona hilbijartinan, daxwaz kiribû ku sindoqên dengdanê yên li Kerkûkê bên şandin ji bo Bexda. Lê ofîsa Kerkûkê vê yekê ji ber nerazîbûnên aliyan red kir.

 

Eniye Tirkmen û çend aliyek din yên Ereb yên li bajarê Kerkûkê, di nerazîbûnên xwe de dewam dikin. Ev alî li hemberî encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê xwepêşandan dikin.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here