Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin

42

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê didome. Li gorî ajansa ANHA'yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, avêtin ser malên welatiyên gundên Kefer Sefra, Dêr Belût û Hecîlerê yên girêdayî herêma Cindirêsê û sê welatî revandin û birin cihekî ne diyar.

 

Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin; Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen û Ebdulah Xelîl Murad.

 

Heman çavkanî agahî da û got ku welatiyê bi navê Hemîd Mûse ji gundê Bircikê  yê herêma Cindirêsê ji ber ku li hember malbatên çeteyên ku xwestin dest daynin ser erdê wî sekinî, rastî lêdan û heqaretê ji aliyê çeteyan ve hat.