HÎLAL RIZGAR/ MEXMÛR

 

Di nava jiyana koçberiyê ya gelê kuji war û cihên xwe koç kirî, sporê jî cihekî xwe yê taybet girt û bûye xwedî dîrokeke tije ji êş û serkeftinên mezin. Tevî nebûna cil, pêlav û gokê jî, lê bi disiplîn û ruhê hevaltiyeke saxlem dîrokeke ya wezîşê li pey xwe hiştiye. Tîma Futbolê ya Med Spor jî tinebûnê hebûneke da afirandin.

 

‘Me navê pêngên Kurdan Med li xwe kir’

 

Mamosta Sedîq Benek bal kişan ser xebatên sporê yên di nava jiyana koçberiyê de û got: “Weke her zarokekê eleqeyekî mezin ya min ya ji bo sporê bi taybet lîstina futbolê hebû. Dema em penaber û me dibistan dixwend li gel çend hevalên xwe me sala 1999’an tîmeke ya futbolê kuji 12 kesan pêk tê ava kir. Piştî demeke dirêj, ciwanan berê xwe da sporê û tîma me avakirî êdî gihişte 24 kesan. Piştî serkeftinên mezin, tîma me bû fermî. Me navê tîma xwe jî kire yek ji navê pêşengên Kurdan Med Spor.”

 

Med Spor bû yekemê turnuvayê

 

Benek di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser xebatên kuji bo tima Med Spor hate kirin û wiha pêde çû: “Di destpêkê de li ser bingehê kuem bikarin aliyê sporê bidin pêş û girêdana me ya hevaltiyê ya bi hev re esas hate girtin. Me hewl da li gorî derfetên koçberiyê xebat bikin. Li gerl mercên giran yên penaberiyê jî serkeftinên mezin hatin destxisin. Cara yekem sala 1999’an li herêma Mexmûrê turnuvayeke ya sporê ya futbolê hate organîzekirin. Weke Med Spor me jî cihê xwe di turnuvayê de cih girt. 75 tîmên futbolê tevlî turnuvayê bibûn. Di encama kedeke mezin de weke tîma Med Spor bûn yekemê turnuvayê. Piştî demekê me berê xwe da derve û li bi tîmên derve re jî lîstin. Bi navê Tîma Mezopotamya gelek lîstik me lîst.”

 

 

Mercên giran yên jiyanê bû asteng, lê pêşiya serketinê nekarî bigire

 

Mamoste Sedîq Benek di axaftina xwe de qala mercên giran û domandina lîstika futbolê kir û got: “Di her karî de yek ji xala herî girîng û serkeftinê bîne disiplîne. Dema me rojane lîstik dilîtin, bi awayekî rêkûpêk tekmîl û civînên me dihatin girtin. Perwerdeya futbolê bi awayê wane bi fermî dihate dayîn. Ruhê hevaltiyê di tîmê de tim zindî bû. Lê heta salê dirêj yên penaberî û mercên giran yên jiyanê kir kukarê sporê zêde dom neke. Gelek hevalên me ji bo debara jiyanê berê xwe dan kar û heta hinek ji wan tevlî şoreşê bûn. Tevî hemû şertên penaberiyê yên giran jî niha bi sedan ciwanên me bi awayekî amator di qadên cuda cuda de xebatên sporê dikin û serketinên mezin bi xwe re tîne. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye.”

 

Nifşên ciwan xwedî li wê bermahiyê derdikevin

 

Di bin sêwana Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûr (TCM/TJCM) xebatên sporî di astekî baş de didin meşandin. Salane turnuvayên cûr be cûr lidar dixin û ciwan eleqeyek mezin nîşand dide. Bi vê mebestê jî tîma sporê ya bi navê Med piştî 19 salên dûr û dirêj bi 25 lîstikvanan 10’ê Adara 2018’an ji nû ve ji cihê mayî dom dike.

 

Lîstikvanê Med Spor yê bi navê Welat Demir xebatên tima Med Spor nirxand û got: “Tima me ya bi navê Med Spor hatye navkirin. Tîma me ji 25 lîstikvanan pêk tê. Armanca me ya Tima Med Spor ew kuli ser navê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bileyizin û li her çar aliyên Kurdistanê Tîma Med Spor xebatên xwe bidin meşandin.”

 

 

Lîstikvanê bi navê Segvan Encu jî wiha axivî: “Ez jî weke ciwanek yê wargehê tevlîbûna min ya nav tîma Med Spor ji bo min cihê şanaziyê ye. Em li çar aliyê Kurdistanê bilîzin û bêjin em jî hene. Mebesta me ew bû kuem ciwanan di her alî de rêxistin bikin û di aliyê sporê de jî bi hev re kombûyinek bidin avakirin. Yê kume bi hev ve dide girêdan têgihiştina me ya jiyanî û nirxên me yên civakine.”

 

 

Segvan Encu bang li tevayî ciwanên Kurdistanê kir û got: “Bila tevayî ciwanên Kurdistanê xwedî li spora xwe derkevin û di her baskê sporê de xwe pêş bixinin.”

 

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here