Ciwanê Êzidî amêrek ya bîr kolanê çêkir

37

 

 

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ ŞENGAL

 

Ciwanên Kurd, bê yî ku dibistanek bilind bixwînin dibin xwedî  pîşe. Lê ji ber şert û merc derfet nadin bi demê re ev pîşe tûne dibe. Ciwanê Êzidî ê binavê Cemal Casim (22) yê xelkê Gundê Burik yê Şengalê amêrek jibo bîrên avê çêkir. Li rexmê ku Cemal heya refa 7’a seretayî xwendiye jî, îro dikare amêrek wiha dirûst bike. Cemal xwedî xwişkeke û li gel bav û dayîka xwe jiyan dike.

 

Ciwanê Êzidî Cemal Casim, ji Rojnews axivî û got; “Min di zarokatiya xwe de ji van karan hesdikir. Lê derfetê çêkirina van karane nebû. Niha jî derfetek wisan nîne. Ger alîkariyek were dayîn, ezê bikarim bi awayekî baş karên wisan bikim.”

 

 

Cemal di derbarê çêkirina amêra bîr kolanê de jî got; “Ji bo kolana bîran, amêrên bi vî awayî dihatin gundê me û bîr dikolan. Min li ser vê yekê xwest ez jî amêrek ya bîr kolanê dirûst bikim. Kes bi min re nebû alîkar, min di mala xwe de çêkir. Ji bo gava yekem min ev amêr pêkanî. Min karî ez amêrek bi vî awayî çêbikim. Lê ev amêr biçûke, ez dixwazim di dema pêş de mezintir û baştir çêbikim.”

 

Ciwanê Êzidî di dawiyê de got; “Min bi xwe van parçeyan peyda kiriye û min bi xwe vê amêrê çêkiriye. Ez daxwaza alîkariyê dikim, daku ez bikarim amêrek baştir çêbikim.”

 

 

 

(rn)