KEJWAN FERZANE / QENDÎL

 

Gelên Iraqê 12’ê Gulanê çûn ji bo nûnerên xwe hilbijêrin çûn ser sindoqan. Ancax tenê sedî 44’ê hilbijêran çûn ser sindoqan û ev jî meşrûyeta vê hilbijartinê dixe ber lêpirsînê. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê li Başûrê Kurdistanê hê kêmtir bû. Her wiha piştî hilbijartinan gelek partiyên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku sextekarî di hilbijartinan de çêbûye ji lewma encamên hilbijartinê jî red kirin. Lê, dîsa jî ji ber kotaya jin a parlementoyê sedî 25 rêjeyeke jinan tevlî dema nû ya parlementoyê dibin. Endama kordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan pirsên me yên têkildarî erk û misyona jinên ku beşdarî dema nû ya parlementoyê dibin û her wiha encamên hilbijartina Iraqê bersivand.

 

-Iraq hilbijartineke zehf bi nîqaş û nerazîbûn li dijî encamên wê heye li paş xwede hişt. Ev encama ku derketiye holê hun çawa dinirxînin?

 

Li Rojhilata Navîn û bi taybet  jî li Iraqê baweriya gelan a bi hilbijartinê, bi sîstema destûrî û parlementoyê zehf lewaz e. Me dît ku rêjeya tevlîbûna hilbijartina parlementoya Iraqê zehf kêm bû. Ya rastîn dema mirov li giştî Rojhilata Navîn temaşe dike baweriya bi sîstema parlementeriyê gelek lewaz e. Ji ber ev parlementoyane li gorî têxwastin îradeya gelan esas nagirin û pêwîstiyên wan bi cih nayênin. Ji ber partiyên li parlementoyê li dewsa ku berjewendiyên gel berçav bigirin berjewendiyên hizbî û kesî esas digirin. Ji lewma tê fêmhkirin ku çima hilbijêrên Iraqê dengê xwe bikarnayêne.

 

‘Gelên Iraqê êşên mezin kişand’

 

Gelên Iraqê di van salên dawiyê de êşên mezin jiyan kir. Di şerê bihevxistina gelan û mezheban de bihezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi êrîşên DAIŞ’ê re ev êş zêdetir bûn. Hema bêje bajareke Iraqê ya wêran nebûye nemaye. Her roj teqînek rû dide. Navendên dîrokî yên Rojhilata Navîn, bajarvanî û dîroka wê bi erdê re bûye yek. Di sedsala 21’emîn de hovîtî û trajediyên mezin, komkujî, destavêtin, koçkirin pêk hatin û tam qirkirineke civakî çêbûye. Gel û jin di nava êşên mezin, xîzanî, koç û wêrankariyê de dijîn.

 

-Di van hilbijartinan de sûnî dîsa ji derveyî hilbijartinê hatin hiştin û Şîe jî zehf parçeyîne. Ev encam wê bandoreke çawa li civakê bike?

 

Sîstema modernîteya kapîtalîst rasterast yanjî ne raste rast li vir gelan û mezheban bihev dixe û qir dike. Di hilbijartinên ku di nava tabloyeke wisa de pêk hatiye de desthilatî û koalîsyoneke çêbibin wê çiqasî çareseriyê bînin. Li Iraqê pêkhateyeke siyasî ya vîna sûniyan temsîl bike nayê dîtin. Çareseriyên yek alî yên pêşbikevin tenê dikare bibe sedema derketina pirsgirêkên nû. Di heman demê de sûnî jî gelek parçebûne. Ji lewma gel ji hikûmeteke wiha ava bibe bi fikare ku bikare pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê ne gengazeke hikûmeteke bi vî awayî bikare her timî çareseriyê pêş bixe.  

 

Hun van encamên hilbijartinê ji bo Kurdan çawa dest digirin?

 

Dema em li rêjeya beşdarbûna gelê Başûrê Kurdistanê ji hilbijartinê re temaşe dikin dibînin ku bêbaweriyeke cidî li hember parlementoya Iraqê heye. Her wiha 4 partiyên Kurd ji van encamên hilbijartinê nerazîne. PDK û YNK tevî nîqaş û îtîrazan jî wê li ser ew encama ku girtine re xebatên xwe bimeşînin. Tê dîtin ku partiyên îslamî gelek deng winda kirine. Her wiha hate dîtin ku gelê me yê Başûr ji derveyî partiyên heyî lêgerînên wan yên nû jî hene. Di serî de Nifşê Nû wê partiyên siyasî yên nû di parlementoyê de cih bigirin. Dema mirov li rewşa mirovahiyê temaşe dike, dîsa li sîstema gehemeonîk a cîhanî ya hewl dide li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê serwer bibe tîne berçavan dibîne ku wê ev pêvajo ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê zehmet derba bibe. Helbet eger Kurd li parlementoya Iraqê bi stratejiyeke hevbeş tevbigere wê bibe wesîleya awantaj û destkeftiyên nû.    

 

-Destûra Bingehîn ya Iraqê ji bo jinan sedî 25 kota veqetandine. Ev rêje bandoreke çawa têkoşîna siyasî ya jinên Iraqê dike?

 

Destûra Bingehîn ya Iraqê qismî cih dide jinan. Sedî 25 kotaya jin girîng e. Lê, li aliyê din jin ji bo bi bandor bibin û bibin xwedî hêza biryarê rû be rûyê gelek zehmetiyan tên. Partî girîngî bi azadiya jinê nadin. Di vê mijarê de jin gelek zehmetiyan dikişînin. Lê, jin dikarin di nava parlementoyê de roleke girîng bilîzin. Ancax ji bo vê divê jin di nasnameya xwe ya azadiyê de kûr bibin û rêxistinbûna xwe pêş bixin. Ji ber lewaziya rêxistinbûna wê ya xweser û nebûna yekîtiyeke xurt  jin nikarin çalak û bi bandor tevlî bibin. Di vê mijarê de divê têkoşîn û sekneke bihêz hebe. Jinên nû hatine hilbijartin divê ji bo pirsgirêkên jin ên dijîn hevbeşbûnek bidin çêkirin. Her wiha biqasî rojevkirina pirsgirêkên jinê divê li rêyên çareseriyê jî bigerin. Eger jin ji bo rojevkirina pirsgirêkên jin bikevin nava helwdanê û çareseriyê pêşbixin dê piştgiriyeke xurt ji civakê û jinan bigirin.

 

-Ev demeke dirêje ku hun qadê dişopînin, tevlîbûna jinan ji parlementoya Iraqê re çawa analîz dikin?

 

Dema em li dema borî ya parlementoya Iraqê temaşe dikin rengê jinê gelek kêm diyar bû. Helbet zehmetiyên ku jinên Ereb û tevahî jin dijîn tê fêm kirin. Di ciheke ku zilam ewçende di nava nêzîkatiyên desthilatdarene de helbet zehmetiyên wê heye ku jin bikarin reng û nasnameya xwe bi bandor bidin nîşan. Lewazî û kêmanî çiqas hebe jî lê bawerim ku di ciheke wisa de jin di nava sekneke têkoşînê ya cidî de ne û hewl didin hebûna xwe bidin nîşan. Ji lewma ez wer bawerim ku hebûna jin ya di nava parlementoyê de wê hebûn, têkoşîn û jiyana civakî ya jinan bandor bike. Li parlementoya Iraqê û di jiyana siyasî ya Iraqê de bi bandor bûna jinan heya dereceya dawî girîng e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn qada ku herî zêde jin ji derveyî wê hatiye hiştin û di têde tine hatiye hesibandin jin e. Di vê qadê de jin bi fikra xwe ya azad û rêxistinbûna ku pêşbixe re dikare encamên bi bandor û pêşketinên mezin ji bo jinan bidest bîne.

 

-Başe hebûna jinên Kurd di nava parlementoya Iraqê de wê encameke çawa derxe?

 

Li vir de roleke girîngtir dikeve ser milê parlementerên jinên Kurd. Ji 46 wekîlên Kurd 17 jê jinin. Ev rêjeyeke girîng e. Dikare hê were pêşxistin. Jinên Kurd di têkoşîna netewî de, di pêşketina azadî û demokrasiyê de xwedî ezmûnên girîngin. Jin li Başûrê Kurdistanê her diçe di her qadeke jiyanê de zêdetir tê dîtin. Bi dîtina min partiyên Başûrê Kurdistanê heya niha di mijara pêşî li jinê vekirin û pêşxistinê de gelek kêm mane. Di dema hilbijartinê de namzetên jin gelek zehmetî jiyan. Car hebû nekarîn xebatên xwe yên hilbijartinê jî birêve bibin. Di vî alî de nêzîkatiyên zilamê desthilatdar di gelek mijaran de astengî ji jinan re derdixin.

 

Nêzîkatiyên feodal û paşverû ya jinê tenê weke dayîkek pênase dike gelek pirsgirêk ji bo jinê çêdike.  Di bernameyên hilbijartinê yên partiyan de beş, daxwaz, pêşniyar û plansaziyên ji bo jinan gelek kêm bûn. Mînak PDK di beyannameya xwe ya hilbijartinê de qet cih nedabû jinê û ev jî mijareke cidî ya rexneyê ye. Di nava PDK’ê de jî gelek wekîlên jin hene. Helbet ev jin di mijara azadiya jin de jî berpirsyariyên wan hene. Ji lewma divê li Iraq û Başûrê Kurdistanê tevlîbûna jinan a ji siyasetê re di her aliyek de ji şekliyetê derkeve. Ji ber vê jî pêwîstî bi têkoşîneke cidî ya azadî, nasname û rêxistinbûna jinê heye.

 

‘Jinên Kurd divê li parlementoya Iraqê koma xwe ava bikin’

 

Li Rojhilata Navîn jinên Kurd êdî ji kîjan partiyê bin bila bibin fikreke wan a azadiyê û lêgerîna wan pêşketiye. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn azadiyê di kesayeta xwede temsîl dikin. Di demên borî de ev zêde pêk ne hat. Dikarin xwe ji hizbayetiyeke teng û neteweperest rizgar bikin û vêya serbixin. Ji bo gelên Iraqê û bawerî bihevre di nava jiyaneke azadane û dostane de bijîn wê jinên Kurd roleke girîng bilîzin. Divê jinên Kurd rêxistîbin û bi awayeke rêxistî tevbigerin. Her wiha pêwîste jinên Kurd pirsgirêkên jinan û bi giştî jî yekîtiya Kurd li Başûr û Iraqê ji bo li ser esasê jiyankirina gelan û mezheban a bihevre  xwedî roleke girîng bin. Dîsa bi jinên parlementer yên Iraqê re dikarin di mijarên cûda de hevbeş bibin û bikevin nava lêgerîna helwesteke hevbeş.

 

‘Wê di pêkanîna yekîtiya netewî de xwedî karîger bin’

 

Ji bo yekîtiya netewî jinên Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê jî wê rokê girîng bilîzin û bikarin piştgiriyek bidin. Jin divê muheqeq ji bo yekîtiya gelê Kurd bibin xwedî roleke pêşeng û di nava sekneke çalak de bin. Bi kurtî divê yek ji erkên parlementerên jin yên Başûrê Kurdistanê jî ev be.

 

Helbet wê têkoşîna azadiya jin her biçe zêdetir li Iraqê kûr bibe û berbelav bibe. Em dikarin ji niha ve bêjin ku bi pêşketina nasnameya azad a jin û sekna wê re wê mûxalefeteke bihêz a jin li Iraqê pêşbikeve û her biçe wê sekna jinên alternatîf û rêxistinbûnên wan pêşbikevin.

 

Di vê wateyê de em hêvî dikin ku jinên Kurd yên bûne wekîl bi van berpirsyariyan xwedî li wezîfeyên xwe û xwedî li mafê jin derkevin. Em bi navê kordînaysona KJK’ê wezîfeya wan a nû pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here