CÎHAD HAWRAMÎ/ ROJNEWS

 

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li hemberî vê li şûna helwestê, nakokî di nava aliyên siyasî yên Kurdistanê de hene. Li ser vê mijarê nivîskar Hekîm Mele Salih ji RojNews re axivî.

 

Nivîskar Hekîm Mele Salih ku xelkê Helebce ye, diyarkir ku pîlanên dewletên dagirker ji berê de hebûn û wiha got; “Pîlanên hevbeş yên dewletên dagirker ji dîrokê ve tên, dagirker li dijî Kurdan hemû xwe dikin yek. Niha leşkerên dewleta Tirk ketine nava xaka Başûrê Kurdistanê. Baregehên xwe di nava xaka Başûr de ava kirine. Ev jî metirsiyê li ser xelkê ser sînor û wan gundan çêdike. Divê ji vê zêdetir rê neyê dayîn.”

 

‘Berjewendiyên hizbî danîne pêşiya yên netewî’

 

Hekîm di dewama axaftina xwe de balkêşa ser sedemê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Nakokiya di navbera aliyên siyasî de we dike ku dijmin were nava xakê de. Hêzên Başûrê Kurdistanê bi hizibayetiyê ve mijûlin. Berjewendiyên hizbî xistine pêşiya armanca netewiyê. Herwiha bêdengiya welatên bihêz jî we kiriye ku leşkerên biyanî bikevin nava xaka me.”

 

Nivîskar Hekîm wiha dawî li axaftin axwe anî; “Divê desthilatdarên Herêmê û hemû hizbên Kurd bi yekitiya netewî yekrêzî bêxin nava mala Kurdan de. Hewla parastina sînoran bikin. Êdî nehêlin tu welat û leşkerek sînoran derbaz bikin û welat bi parêzin.”

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here