NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor daxuyaniya berdevkê navenda tenduristiya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, îro li Taxa Tepemusk a bajarê Merîwan, du xwişkên hev dawî li jiyana xwe anîn.

 

Herdû xwişkên ku ji bajarê Merîwan bûn, temenê wan 30 û 35 salî ne, bi ben xwe darvekirine û dawî li jiyana xwe anîn.

 

Her wiha hate diyarkirin ku cenazeyê herdû xwişkan hate rakirina morga nexweşxaneya Merîwan.

 

Hêjay gotinê ye ku zext û tundiya rejîma Îranê ya li ser civakê û taybetî jinan û sînordarkirina mafên azadiyê, rêjeya xwekuştina jinan an jî kuştina jinan roj bi roj zêde dibe.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here