Komîsyona Hilbijartinê: Ji bo yekalîkirina dengan em li benda dadgehê ne

39

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê têkildarî hilbijartinên 12'ê Gulanê civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Di civîna çapemeniyê de Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Ziya Bedran eşkere kir ku wê Dadgeha Federal a Iraqê biryara Parlamentoya Iraqê ya têkildarî dubere hejmartina dengan yekalî bike û got ku hemû amadekarî hene ji bo hejmartina beşek ji dengan.

 

Bedran eşkere kir ku îro roja dawî ya serlêdanê bû û got ku heya niha zêdeyî hezar û 700 gilî li hemû bajan hatine kirin.

 

Komîsyonê diyar kir ku hin alî dixwazin darbeyê bi ser encamên hilbijartinan de bikin û got ku tenê Dadgeha Federalî dikare encamên hilbijartinan hilweşîne.

 

Komîsyonê eşkere kir ku wê di nava  10 rojan de Desteya Dadweriyê giliyan lêkolîn bike.

 

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê, dengên 1021 navendên dengdanê hatine hilweşandin û bi giştî 1875 gilî pêşkêşî komîsyonê hatine kirin.

 

Li seranserî Iraqê di 12'ê Gulanê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk hat. Piştî encam hatin eşkere kirin gelek aliyên siyasî encam red kirin û ragihandin ku sextekarî hatiye kirin. Li ser vê yekê Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji sedê 10'ê dengan li seranserî Iraqê bi dest werin hejmartin.