NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê li Iraqê (UNAMI) Jan Kubis New Yorkê daxuyanî da. Kubis diyar kir ku ji bo giliyên der barê hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoyta Iraqê de wî pêşniyaz ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê kir ku bi lez bersivên giliyan bên dayin.

 

Jan Kubis eşker kir ku piştî hilbijartinên 12'ê Gulanê li Kerkûkê rewş nebaş e û derbarê encamên hilbijartinê de gelek gilî hene. Kubis got ku eger hewce bi hejmartina dengan bi destî hebe, cihê herî guncav Kerkûke.

 

Nûnera DYA'yê ya NY NikkÎ Haley jî got ku li Iraqê ji bo avakirina hikumeta nû xebat didomin.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here