NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din saetên dereng li nêzî gundê Mêşero yê girêdayî bajarokê Germik yê navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kolberek hate kuştin.

 

Der barê bûyerê de qeymeqamê navçeya Pênciwên Zana Rehman ev agahî dan RojNews; “Kolber navê wî Kamîl Muradî ye û sala 1992 e. Ji gundê Soraw yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi guleya pasdarên Îranê hate kuştin.

 

Pasdarên Îranê ji nav gundê Mêşero gule li kolberan reşandin. Çend kîlometir ji gund dûr bûn. Piştre hêzên polîsên Pênciwên çûne cihê bûyerê û cenazeyê kolberê hatî kuştin, şandina morga nexweşxaneya Silêmaniyê.”

 

Zana Rehman wiha jî got; “Li ser bûyerê lêkolîn tê kirin. Piştî bicih anîna karên yasayî, wê cenazeyê kolber bê şandina Rojhilatê Kurdistanê û teslîmê malbatê bê kirin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here