NAVENDA NÛÇEYAN

 

Parlamentoya Iraqê di runiştina xwe ya 28’ê Gulanê de, biryara beşek encamên hilbijartina 12’ê Gulanê ya parlamentoya Iraqê da. Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm têkildarî vê biryarê daxuyanî da.

 

Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Serokkomarê Iraqê ve hate dayîn, wiha hate gotin; “Parlamentoya Iraqê pêş 2 rojan, biryara îptalkirina beşek encamên hilbijartinê da. Her wiha biryara beşek jî bi dest bên hejmartin da. Em di wê baweriyê de ne ku ev dijî Destûra Bingehîn û yasayê ye.”

 

Mahsûm her wiha ji Dadgeha Federal a Iraqê daxwaz kir ku têkildarî biryara parlamentoyê ya îptalkirina beşek dengan, daxuyaniyek bide.

 

Parlamentoya Iraqê di runiştina xwe ya 28’ê Gulanê de bi dengên zêde biryar da ku tevahiya dengên ji dervey welat li gel dengên penaberên li parêzgehên Enbar, Selahaddîn, Mûsil û Diyala yên di hilbijartina 12’ê Gulanê de hatine kirin bên îptalkirin. Her wiha biryar da ku ji sedê 10’ê rêjeya dengan bi dest bên hejmartin.

 

Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di daxuyaniya xwe ya duh de, li gelemperiya Iraqê encamên 954 navendên dengdanê, yên ji dervey welat ên 67 navendan, bi giştî encamên hezar û 21 navendên dengdanê îptal kir.

 

Di hilbijartinên 12’ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymana Saîron ku pêşengiya wê Muqteda Sedr dike 54, Hevpeymana Fetîh a Hadî Amirî serokatiya wê dike 47, Hevpeymana Nesir ya Ebadî serokatiya wê dike 42 kursî bi dest xistin.

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here