Xeyalên zarokan ji ber karkirinê hatiye fetisandin

26

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ROJNEWS

 

Di nava zarokên di xebitin de gelek  zarokên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ penaber buyîn jî hene. Hema bêje li her devera cîhanê zarok kar dikin. Bi taybet li Rojhilata Navîn ev rêje hê zêdetire. Ji xwe piştî şerê DAIŞ’ê bi hezaran zarok man sêwî yan jî neçarman penaber bibin.

 

Beriya çend rojan dibistanên Herêma Kurdistanê ketin betlaneya Havînê. Ev jî ji bo kar bû derfetek. Raman yek ji wan zarokên ku di xebiteye. Xwendekarê pola hefteme. Piştî ku îsal dibistan bi dawî bû, Raman dest bi firotina mendîlan kiriye.

 

 

Zarokek din yê binavê Ehmed Osman ku yek ji penaberên ji Iraqê ye û hatiye Silêmanî. Ehmed naçe dibistanê. Ehmed bi birayê xwe di bazarê de fêkiyan difiroşe. Ehmed dibêje ku ew naxwîne. Bi dilek kol bersiva pirsan dide û naxwaze xwendinê bike. Lê li aliyek din jî dibêje dema ku ez mezin bûm dixwazim bibim polîs. Xewn û xeyalên van zarokan hemû di çarçoveya karde hatine fetisandin.

 

 

Ev zarok hemû karên serbixwe nakin. Hinek zarok li gel esnafan wek şagirt kar dikin û rojane jî li hember tund û tujiya derûnî tên. Ev ji aliyê malbatên wa zarokan ve hatiye pejirandin. Ji ber ku li gorî malbatan zarokên wan fêrî kar dibin. Li gorî malbatan ger bi tundî peywendî li gel zarokan neyê kirin, wê ew zarok di dema pêş de nebin xwedî kar û karkerek baş.

 

Ev fikir her ku diçe mezin dibe. Li hemberî vê yekê jî Hiûmet û rêxistinên sivîl bêdengin. Me xwest em li gel rêxistinan zarokan yên Stêp û zarok parêzên Kurdistanê agahî bigrin. Lê ji bo me gotin tu rêjeyek nû nîne.

 

Gelo li Kurdistanê çend zarok kar dikin.? Çawa kar dikin.? Şert û mercên karkirinê çawanin? Hêjî nediyare. Parastina mafê zarokan di astek çawan deye ev jî nediyare. Bi hezaran zarok ji mafê xwe yê zarokatiyê bê par mane. Li gorî yasaya navnetewî ya zarokan a sala 1989’an, xebitandina zarokan hatiye qedexe kirin. Lê berevajiyê vê çi esnaf çi jî bazirganên din bin, xebitandina zarokan xwe ji bo xwe weke firsetek dibînin. Ji ber ku zarok bi diravek kêmtir di xebitin. Rojane zarok dinava şert û mercên zor de di xebitin.

 

(rn)