Îran dîsa kolberan gulebaran kir: 1 kuştî, 3 birîndar

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rejîma Îranê bi awayeke sîstematîk ciwanên Kurd bi bahaneya kolberiyê dikin li ser sînor qetil dike. Li gorî malpera Kolbernewsê, duh şev li devera Dola Mîdanî a ser bi Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber ketin kemîna hêzên çekdar yên rejîma Îranê.

 

Li gorî Kolbernewsê, hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrîşê kolberan kir û di encamê de kolberê bi navê Kemal Mihemed (26) yê bavê du zarokan bû, hatiye kuştin û 3’ê kolber jî bi giranî birîndar bûne.

 

Li gorî agahiyên bidest ketine 2 kolberên birîndar rakirine nexweşxaya Çoman a Başûrê Kurdistanê û yek jî rakirine ya Pîranşarê.

 

(îk/bz)