NAVENDA NÛÇEYAN

 

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ( NY) li Iraqê têkildarî êrîşên di meha Gulanê de li dijî Iraqê çêbûne raporek weşand. Di raporê de hejmara êrîşan ne hatiye eşkerekirin lê, bîlançoya kuştî û birîndaran hatiye eşkerekirin. Li gorî bîlançoya kuştin û birîndarbûnên di meha Gulanê de li Iraqê pêk hatine raporek weşand û hate gotin ku di meha Gulanê de 95 kes di êrîşên cûda cûda de hatine kuştin û 163 welatî jî birîndar bûne.

 

NY-Iraq di raporê de wiha dibêje, “Li gorî agahiyên ku Nûnertiya NY li Iraqê tomar kiriye, di meha Gulanê de bi sedema şîdetê û pevçûnên çekdarî 95 welatiyên Iraqêl hatine kuştin û 163 welatî jî birîndar bûne.

 

Li gorî rapora NY radigihîne ev bîlanço hemû welatiyên li wezîfeyên cûda yên hikûmetê de kar dikin, polîs, hêzên pareastinê yên asayiş û hemû hêzên ewlekariyê jî digire nava xwe.

 

Di raporê de têgotin ku bajarê herî zêde bûye hedefa êrîşan û zirer dîtiye Bexda ye û hejmara kesên ku li vî bajarî hatine kuştin jî 45’e û birîndar jî 72 kes e.

 

Li pişt Bexdayê parêzgeha Diyala û Kerkûk tê. Hejmara kesên ku li Diyalayê di encama êrîşan de hatine kuştin 9 û ya birîndar jî 35’e. Li Kerkûkê jî di vê mehê de 20 kes hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

 

 (bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here