Parlamenterên Başûr: Divê hêzên Tirk ji Başûr werin derxistin

35

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

 

Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk sînorên Herêma Kurdistan û Iraq derbaz dike û dagirkeriyê dike. Li ser vê mijarê Parlamenterê Yekitiya Nîştiman a KurdistanÊ (YNK) Geşe Dara û parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet ji RojNews re axivîn.

 

Parlamentera YNK’ê Geşe Dara bêdengiya hikûmeta navendî ya Iraqê ya di mijara dagirkeriya Tirk de rexne kir û destnîşan kir ku nabe hikûmeta Iraqê binpêkirinên sînorên Iraqê bi pejirîne û wiha axivî; “Ji bo çi Iraq ji xwe napirse, kengê bixwaze serweriya Iraqê binpê dike. Iraq di ber vê yekê de berpirsyare ku Tirkiye îro leşker û hêz derbasê Kurdistanê dike. Ji ber Başûr beşek ji xaka Iraqê ye.”

 

 

‘Agahiya PDK’ê ji hebûna artêşa Tirk heye’

 

Parlamentera YNK’ê diyar kir ku artêşa Tirk li herêmên dibin kontrola PDK’ê de bi cih bûne û got ku ev tê wê wateyê ku agahiya PDK’ê ji vêya heye û got, “Hêvîdarim ku ev ne gihije wê astê ku xiyanetê li çar parçeyên Kurdistanê bike.”

 

‘Nakokiyên navbera herêmê û hikûmeta Iraqê de firsetê dide Tirkiye’

 

Piştî parlamentera YNK’ê, parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet jî li ser heman mijarê axivî. Omer balkêşa ser valehiya (nakokî) di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de û got; “Valehiya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, wer kiriye ku Tirkiye ji bo xwe bike firset û di aliyê siyasî, serbazî û aboriya xwe de bi karbîne.”

 

 

‘Ger Tirkiye dernekeve divê Iraq û Herêm peywendiyên xwe rawestîne’

 

Înayet ji bo ev pirsgirêk bi awayeke lezgîn were çareserkirin  daxwaz kir ku parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Tirk ji Başûr derxin bicive û wiha pêde çû: “Ji bo hêzên Tirk ji herêmê were derxistin divê parlemento (Herêm û Iraq) bicive û pêwîste konsolosxaneya Tirkiye jî derbarê mijarê de were agahdar kirin. Eger ev pêk ne hat wê demê divê Iraq peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê rawestîne û bêje ev yek nayê qebûl kirin. Bi heman awayî divê Herêma Kurdistan jî peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyeyê bide sekinandin.”

 

Parlementerê Tevgera Goran yêr Herêma Kurdistanê Omer Înayet diyar kir ku armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirina Herêma Kurdistanêye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye dibêje şer li dijî PKK’ê ye. Lê ev yek ji rastiyê dûr e. Niyeta wan dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Berjewendiyên kesî û hizbî di navbera Erdogan û PDK’ê de heye. Ev berjewendiyane,  ji destdirêjiya li ser Kurdistanê tê kirin girîngtirin.”

 

(îk/bz)