KIFRÎ / ROJNEWS

 

Duh bi şev li ser rêya giştî ya di navbera bajarokê Kelar-Kifrî a li devera Îdareya Germiyanê, qezayeke trafîkê rûda. Di encam de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û sê pêşmerge jî birîndar bûn.

 

Di derbarê qezayê de, rêveberê ragihandina polîsên trafîkê a Germiyanê Karzan Mihemed diyar kir ku nêzîkê gundê Birahîm Xan, li ser rêya giştî ya navbera Kifrî û Kelar de, wesayîteke pêşmergeyan qulipiye û di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest daye û 3 jî birîndar bûne.

 

Sedema qulipîna wesayîtê nayê zanîn û hate gotin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriye.

 

(bz)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here