HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ

 

Dewleta Tirk a dagirker êdî weke ku xwediyê malê,  di nava gundên Başûrê Kurdistanê de digere. PDK êdî hebûna leşkerên Tirk, ji dagirkeriyê derdixe û dike xwediyê malê. Dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li herêma Bradost, gundê Bermîze û Çiyadol bi dehan baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hatine avakirin. Ketina leşkerên Tirk ya nava gundên Başûr bû sedemê nerazîbûnên welatiyan.

 

Serokê beşa dîrokê li fakûlteya perwerdeya zanîsta a mirova ser bi Zanîngeha Silêmanî li navçeya Seyîdsadiq, Dr. Mecîd Xelîl li ser vê mijarê ji RojNews re axivî. Xelîl diyarkir ku dewleta Tirk weke ku Başûrê Kurdistanê parçeyek ji Tirkiyeyê tev digere.

 

 

Xelîl axaftina xwe wiha domkir; “Di encama dagirkeriya dewleta Tirk de bi sedan welatî bûne qurbanî. Lê me tu helwestek ya Hikûmet û aliyên Başûrê Kurdistanê neditiye. Sedemê bê helwestbûna aliyên Başûr xwe dispêre, berjewendiyên aborî yên li gel dewleta Tirk. Ev yek ji wisa kiriye ku dezgehên sîxorî yên dewleta Tirk li Hewlêr bi awayek çalak weke Enqere kar bikin.”

 

Di dawiyê de mamostayê zanîngehê Mecîd Xelîl bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û got; “Berjewendiyê netewî bila li pêşiya berjewendiyên taybet were. Nakokiyên xwe yên aborî bi dawî bênin. Ji ber ku her aliyek ji vê yekê zererê dibîne.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here