Di bin siwana brandê de nexweşxane

37

 

 

MEXMÛR/ ROJNEWS

 

Çirokek ji beşa tenduristiyê de sala ku Wargeha Mexmûrê ava bu di bin siwana parçeyêk brandê de nexweş hatin derman kirin. Sala ku gelê wargehê penaberî jiyan kir ye ku di van rojan re şahidi kir yek ji wan jî Rêveberiya Komiteya tenduristî Dr. Medya Avyan bû. Derbarê wan rojan de Dr. Medya Avyan ji bo RojNews axivî.

 

‘Meha Gulanê li Wargehê gelek germe’

 

Rêveberiya Komiteya tenduristî Dr. Medya Avyan di destpê ka axaftina xwe bi van gotinan destpêkir. “ Ez li Kurdistanê de başa tenduristi de xebat dikim. Ez bi xwe ji doktorim û ji Elmanya me. Me dema pêvajoya penaberiyê de ji bo gelê Wargehê di beşa tenduristi de cihê xwe girt.  Kampa Mexmûr di milê erdnîgariyê de cihekî gelek hişk bû, ti darek, gîhayek û yek gulek jî têde nîbû. Bi tenê ax, kevir û dipuşk hebû û ji vî zêdetir ti tiştek nebû. Gelê ku penaberi jiyan kir ji bo ku bikaribe xwe li ser lingan bigire li gor derfetan di bin brandeyen de jiyan dikir. Branda ye ku dihat bi kar anîn kêmek situr û renge şînbu. Meha Gulanê li Wargehê de gelek germe, em dema k udi bin germahî de jiyan dikin gelek derfetan ve xwe diparêzin lê demên yekem de di nava bê derfeti de jiyankirin gelek zehmet bû. Rixmê din nava bê derfetî de gel disan jî  berxweda. Li Wargehê de bi tenê germavê hebû, ji wî avê ji bêhna hêka xirabuyî dihat û gel neçarbû ku wi avê vexwe. Ava vexwarinê bi tangan di riya 12 kîlometir ji durve dihat û ev av ji weka ava hemamê gelek germ dibû û nedihat vexwerin.  Pêra girêdayi ev av ji bo gel gelek kêm av dihat têre nedikir. Ji bo malbatêk 10 kesan re 2 teneke av digîhişt an na. Rojek wisa de jiyankirin gelek zehmet bû.”

 

 

Avyan di berdewamiya nirxandina xwe de li ser dayikbûna zarokan ji kir û wiha domand. “Her şevan di bin axê de dipuşk derdiket, bi taybetî dema ba hebiya wê demê hin zehf derdiket. Her şevan bi lêdana dipuşkan ve kes xwe digahand nexweşxanê. Carna di şevekê de 11 kes bi lêdana dipuşkan ve dihate li gelme. Dema em dibêjin nexweşxane lê binya çadir de me ji derve hesîr peydakiribu ji bo ku derdora çadir bibe sîh, me dora çadir de girtibu ku gel were di bin çadirê de tedavî bibîne. Di cihanê de ki dikare vî rewşê jiyan bike, lê gelê wargehê di van zirufan de jiyan kir. Minaka din ji ez dixwazim bidim. Ji bo ku zarokêk dayîk bibe cihê me yên doxumhane nînbu. Em diçun wê demê ez beşdarî nezikê 39 dayiktire bum. Gelek zehmet bû av nebû din ava çadirê de hemû herî bû me gelek zorî di kêşa. Niha jî dema mirov bere xwe dide Wargehê herder şin bûye. Her derî mirov şînatî dibine, mirov gelek keyf xweş dibe. Wê deme mirov hasretbû kû pelek yê darekê bibîne. Di van şert û mercên herî zehmet de gelê vêderê gelek li ber xweda. Tê bîra mîn zarokek di nava laylonê de hat dinyayê îmkanyetê wê malbatê nebû ku wê zarokê bi pêçe. Bi paçê laylon pêça heta nivro zaroka xwe anîn nexweşxanê zarok ji german sor bibû. Avek cemîdî jî nebû, ava tehn şîr hebû me bi wê avê kemek ji be rewşa zarok normal bû. Di bin rewşên zor û zehmet de rewşa tendirustî jî li wargehê di hat çareserkirin û hinek caran jî ne dihat çareserkirin . Wek zarokek hebû dupişk pêve da sistema bêhindayînê felç bû, rewşa wê zarokê gelek giran bû pêwistbû em acîl bibin cihek ku emelyat lê were kirin. Em çûn navçeya Mexmûr, li Mexmûr ceyran qût bû. Di van şert û mercan de Iraq jî di bin ambargû de bû. Li wê nexweşxanê ji tiştek nebû. Tû pewiste tiştek bikî lê nikarî bikî û ji ber wî jî zarok li ber çavême jiyana xwe ji dest da. Derfet hebana me xilas kiriba lê derfetêk nebû ev rewş jî li serme gelek bandore xwe kir.”

 

‘Plansaziyên me ji bo demên pêş hene’

 

Rêveberiya Komiteya tenduristî Dr. Medya Avyan di niha roja me ya îro derfet gelek başin. Got û wiha bi gotina xwe bi dawî anî; “Niha nexweşxaneyek heye, Meclisên me hene, şaredari heye. Di nav kar û xebatan de rewşa tenduristî niha hin baştire û ji ber ku hin baştir bibe projeyên me nû ji bo pêşerojê hene. Di nav projeyan de di milê  teknikî tiştên ku kêm mane sazuman bikin. Ji bo zarokên Otizm ji çareserî bibînin û akademiya tendirustî vekin. Ji ber ku demên nû me gelek zehmetî ditibû edî em bi semineran jî pêşbixin. Di salên nû yek bijişkênme nebu. Tê bira min rojên yekem em di bin siwana brandayêk me kar didan meşandin, piştre bi ax û keviran me xanî avakir û heri dawî jî me derfetên cûr be cûr avakir. Dibe ku dema me xwe pêş xist em dikarin li ser ameliyatan ji kar bikin. Yani çarenûsa xwe em diyarbikin û ev hêz di ciwanên wargehê de heye. Çiqasê beşdarbûn hebe ewqasê çareserî avabibe. Me dema vana avabikin naye wî wateyê ku me hertişt çareser kir, ev ji gavek pêş avêtine. Nexweşxaneya BM her bi derve re girêdayi ye. Di milê hinek tişaten de alîkarî dide lê ev alikarî sinordare. Alikariya ku dide ne tu dikarî jê têr bibî ne jî tazî biminî. Ev jî bê istikrare. Edî gel xwe xwe rêve dibe. Dem edî ne dame sala 90’ane ji ber ku ev gel xwe teslimê pergala kapitalist nekir û berxweda, ev encam ji encama berxwedaniya wa salane. Em jî serkeftinê dixwazin.”

 

(rn)