NAVENDA NÛÇEYAN

 

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraq li hemberî vê yekê bêdengiya xwe di parêzin. Welatî û gundiyên deverê nerazîne. Herî dawî îro gelek parlamenterên Herêma Kurdistan yên ji komên cûda, li ser dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyekê belav kirin.

 

‘Desthilatdar li hember dagirkeriyê bê dengin’

 

Di daxuyaniya ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê de hatî dayîn de wiha hate gotin; “Dewleta Tirk gav bi gav cihê xwe di nava xaka Kurdistan de çêdike. Gelek baregehên leşkerî çêkiriye û her roj qayîmtir dike. Êdî gihiştiye wê astê ku, leşkerên dewleta Tirk dikevin nava gundên parêzgeha Hewlêr. Weke ku ew gund malên wan bi xwe bin tev digerin. Ji sala borî heya niha parlamenterên Herêma Kurdistanê, gelek caran bang li desthilatdarên Herêm yên li parlamentoyê û hizbên desthilatdar û Hikumeta Iraqê kirine , daku rê li ber pêngavên sînor derbaz kirinê yên leşkerên Tirk bigrin. Lê heya niha dengê xwe dernexistine.”

 

‘Divê aliyên siyasî helwest nîşan bidin’

 

Herwiha di daxuyaniyê de behsa metirsiya leşkerên Tirk li ser ewlehiya hemû xak û xelkê Kurdistanê jî tê kirin û wiha dom kir; “Pêwîste hemû alî helwestek cidî li ser derxistin û ne pejirandina vê dagirkeriya li ser Herêmê nîşan bidin. Divê hemû aliyek siyasî li dijî siyaseta Tirkiyê rawestin û serxwebûna îradeya xwe bi parêzin. Nekevin nava daxwaza dagirkerên Kurdistanê. Em bang û daxwaz dikin, ku parlamentoya Herêma Kurdistan bi awayek awerte bicive. Divê li wir bang li cîhan, hikûmet û aliyên Kurdistanê bikin ku bi erka xwe ya parastina Kurdistanê rabin.”

 

Di daxuyaniya paralamenteran de bang li parlamentoya Iraq û parlamentoya Herêma Kurdistanê hate kirin ku berpirsariyên xwe pêkbînin û wiha hat gotin; “Ji bo neçarkirina Tirkiye ya ji bo derketina van herêmên dagir kiriye, em daxwazê ji konsolosxaneyên welatan yên li Hewlêr û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rol ji bo parastina serweriya Kurdistanê bilîzin. Tişta ku di dema borî de rûdayî dagirkeriya veşartî bû. Ewa niha rû dide, destpêka ragihandina dagirkeriya eşkere ya Herêma Kurdistane. Ya niha tê kirin dijberiya îradeya zindî ya gele, ku dagirkeriyê qebûl nakine. Mixabin îradeya siyasî û desthilata Kurdistanê çavê xwe lê girtiye.”

 

Daxuyaniya parlamenteran  ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wiha bi dawî bû; “Divê gelê me li dijî zilm û dagirkeriyê hişyartir bin. Divê bi çalakiyên siyasî di nava herêm û dervey Kurdistanê de, li hember binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê rawestin.”

 

Navên parlamenterên ku îmze kirîn:

 

1-Salar Mihemed

2-Elî Heme Saleh

3-Ebu Karwan

4-Geşe Dara Hefîd

5-Bêstun Fayêq

6-Necîbe Şêx Letîf

7-Omer Înayet Heme Seîd

8-Behar Ebdilrehman

9-Dr Rêwaz Fayîq Hesen

10-Dr Şêrko Heme Emîn

11-Ebûbekir Helednî

12-Şukriye Îsmaîl Mistefa

13-Ebdulrehman Elî

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here