Iraq bi metirsiya qeyrana avê re rû bi rû ye

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji ber girtina Bendava Ilosû ji aliyê dewleta Tirk ve, ev jî bûye sedem ku ava çemê Dicle yê ji Tirkiyê diherike Iraqê kêm bibe. Ev jî metirsiya çêbûna qeyrana avê li Iraqê nîşan dide.

 

Di vê derbarê de Wezîrê Jêderên Avê yê Iraqê Hesen Cenabî ji RojNews re wiha got; “Pêştir li gel Tirkiyê lihevkirina me hebû û lihevkirin wê heya meha Mijdarê berdewam bike. Lê niha Tirkiyê Bendava Oslo tejî av kiriye, herikîna avê li ser Iraqê girtiye. Ev jî metirsiya qeyrana hişkbûnek mezin çêdike.”

 

Cenabî wiha jî got; “Piştî bidawîbûna dema lihevkirinê wê Iraq li Mûsilê carek din li gel berpirsên Tirk bicive ku carek din ev lihevkirin berçavan re bê derbaskirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku di du rojên dawiyê de li Iraqê ava Çemê Dîcle kêm bûye, sedema vê jî girtina ava Benda Oslo ji aliyê Tirkiyê ve ye. Welatî jî tirsa xwe ya li rûdana qeyranek mezin a hişkbûn û avê tînin ziman.

 

Her wiha Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî di runiştina îro ya parlamentoyê de got; “Runiştina sibe ya parlamentoyê wê runiştina awerte be. Hersê Wezîrên Çandinî, Jêderên avê û Wezîrê Derve bên vexwendina tevlî runiştinê bibin. Li ser rewşa çandinî û qeyrana avê li Iraqê guftûgo bê kirin.”

 

(rn)