Ji ber girtina ava Zêyê Biçûk gelek masî mirin

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hikûmeta Îranê îro danê sibehê ava Zêyê Biçîk li ser Başûrê Kurdistanê girt. Ev ne cara yekeme Îran avê li ser Başûrê Kurdistanê digire, ji berî niha jî heman av girtî bû. Ji ber vê sedemê pirsgirêka ava vexwarinê ji bo herêma Qeladizê çêbûye.

 

Ji derveyî çêbûna pirsgirêka avê, gelek masiyên li nava avê de bûn mirin. Ji derveyî mirina masiyan pirsgirêka avê ya  ji bo lawirvanî û çandinê ji derket. Ji ber ku li herêma Piştder û Bîtwên gelek çandinî dihate kirin. Bi taybet niha demê çandinê ye.

 

Di wêneyên jêr de eşkere dibe ku gelek masî ji ber girtina avê mirine.

 

 

 

 

 

(ab)