Ji Tevgera Azadî li dijî dagirkeriyê banga helwesta giştî

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê derbarê dagirkeriyên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê îro daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Tevgera Azadî di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a di aliyê çandî, aborî, civakî û nasnameyê li ser gelên Rojhilata Navîn û taybetî gelê Kurd daye destpêkirin û niha bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê, êrîşkirina ser herêma Bradost û gundê Bermîze şermezar dikin.

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Dewleta dagirker a dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê carek din rûyê xwe yê rast derxist holê. Hemû dinyayê ev siyaseta dewleta Tirk a ji bo tinekirina gelê Kurd ji aliyê Erdogan û hevalbendên wî ve tê meşandin, dîtin.

 

Dewleta Tirk bi armanca tinekirina destkeftiyên gelê Kurd û şikandina îradeya azad a gelê herêmê, ji hemûyan giringtir jî guhertina demografiya herêmê ber bi faşîzmek metirsîdar ve dibe. Di çarçoveya van armancên xwe yên dagirkirina Efrîn û komployên dijî Şengal, wêrankirina Bakûrê Kurdistanê, niha jî hewl dide herêma Bradost û Başûrê Kurdistanê dagir bike.

 

Tişta herî zêde balê dikişîne jî, di vê qonaxê de bêdengiya Iraqê li hemberî sînorderbaskirin û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Her wiha bêdengiya welatên cîhan û siyasetmedarane. Ev jî tê wateya rewakirina vê dagirkeriyê.”

 

Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniya de bang li hemû alî, kes, welatparêzên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir li hemberî vê karesata dîrokî bêdeng nemînin, bi yek helwest û yek deng dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin.

 

(rn)