Karayilan: Bi kuştina Kurdan bangeşeya hilbijartinê dikin

34

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, pirsên Radyoya Dengê Welat ya der barê girîngî û wateya pêngava 1'ê Hezîranê û hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bersivand û nirxandinên girîng kir.

 

Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo tevgera we tê çi wateyê?

 

"Pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistan de pêngaveke pir girîng e. Ev 14 sal in li ser rêbazê pêngava 1’ê Heziranê em têkoşîn dimeşînin. 14’emîn salvegera pêngava 1’ê Hezîranê di serî de li Rêber Apo, hevalan, xebatkaran, li gelê Kurd û li dostên gelê Kurd pîroz dikim. 14 sal bi têkoşîneke mezin bihurî, bi xwîna şehîdan hate avdan. Ez tevahî şehîdên pêngavê di şexsê rêhevalên nemir Erdal, Adil û Delalan de bi bîr tînim û soza me dayî wan dubare dikin.

 

‘Duyemîn pêngava 15’ê Tebaxê’

 

Di têkoşîna me de pêngava 1‘ê Hezîranê weke 15’ê Tebaxê xwedan cihekî dîrokî ye. Tê zanîn, pêngava 15’ê Tebaxê pêşiya qirkirina gelê Kurd girt. Ji ber ku dagirkeriyê dixwest pirsgirêka Kurd û gelê Kurd weke tune raber bike. Têkoşîna bi 15’ê Tebaxê rê ketî pirsgirêka Kurd xist rojeva gelê Kurd û cîhanê, ango eşkere kir. Piştî 15’ê Tebaxê Rêber Apo ket nav hewldanên siyasî û aştiyane ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji sala 93’an heta 2004’an gelek xebat hatin meşandin. Agirbest hatin îlankirin. Heta piştî komploya navdewletî, şer hat rawestandin. 5 salan qet çalakiyên leşkerî nehat kirin. Vana hemû ji bo ku bingeha çareseriya siyasî xurt bibe hatin kirin. Lê bele, rexmê van hewldanên aştiyane jî dagirkeriya Tirkiyê ti gav neavêt. Ne tenê ti gav neavêt, ev hewldanên Rêber Apo pêş dixist jî dixwestin bikin zemînê tesfiyekirina tevgera me. Eşkere bû ku çi niyetê dagirkeriya Tirkiyê ku Kurdan qebûl bike û hebûna Kurd nas bike û bi Kurd re aştî çêbike nîn e.

 

‘Pêngaveke nû ya weke 15’ê Tebaxê ferz bû’

 

Bi taybet 2002’an AKP hate ser desthilatê. AKP’ê xwest ev siyaseta li ser gelê Kurd a qirkirinê û tunekirinê bi rêbazên sergirtî kûr bike. Xwest bi durûtî bimeşîne û civaka Kurd bê îrade bike. Ji bo vê pêngavek nû ya weke 15’ê Tebaxê bû ferz. Weke çarçoveya komploya navdewletî xwestin di nav me de jî bi destê hinek çeteyan operasyon bikin. Em hewl didin pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ew jî hewl didin me tune bikin.

 

Tê gotin ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd li hemberî dagirkeriya derve û hundirîn pêngava 1’ê Heziranê xist rojevê, gelo hûn dikarin vêya zelal bikin?

 

Ne wisa ye. Tevgera Azadiya Kurdistan pêngava 1’ê Hezîranê ji bo siyaseta komploya navdewletî vala derbikeve û ji bo siyaseta qirkirinê bi dawî bibe û gelê Kurd rizgar bibe bi rê ket. Çawa ku 15’ê Tebaxê pirsgirêk eşkere kir û pêşiya qirkirinê girt, pêngava 1 Hezîranê jî ji bo Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk ava bibe bi rê ket. Ne ji bo grubeke tesfiyeyê bi rê ket. Pêngava 1’ê Hezîranê diviyabû di 2003’an de bi rê biketa, lê koma tesfiyekar bi hinek hacetan ev pêngava taloq kirin. Di vir de kêmaniya me jî heye. Di dema kongreya duyem de biryara 1’ê Hezîranê ket nîqaşê, lê ev koma tesfiyekar li dijî biryara pêngavê bûn û kongre terikandin. Wê çaxê aqûbeta komê ne diyar bû, ne ku ev pêngav li hemberî tesfiyekariya hundirîn lidar ket, lê belê ev pêngav di hundirîn de jî zelalî çêkir.

 

‘Pengava 1’ê Hezîranê zelalî pêş xist’

 

Pêngava 1’ê Hezîranê hem di hundir de zelalî pêş xist, hem jî li hember dijmin şerekî xurt pêş xist. Dema ez dibêjim şer, tenê ne şerê li ser çek bi pêş dikeve, şerê li ser stratejiya nû, li ser paradîgmaya Rêber Apo ya nû têkoşîn hat lidarxistin. Stratejiya Parastina Rewa du lingê xwe hene: yek; gerîla ye, ya din jî; serlhildan e. Pêngava 1’ê Hezîranê wisa pêvajoyeke nû pêş xist. Tevgera gel li milekî geş û xurt bû, gerîla jî weke parastina aktîf ji bo siyaseta dijmin a xitimandinê bibihurîne û parastinê pêş bixîne çalakî xistin meriyetê. Ango armanca xwe mezintirîn e. Ligel vê yekê di hundirîn de jî zelalî çêkiriye. Lê esasî ev pêngava ji bo ku komploya navdewletî bi temamî têk biçe û Kurdistana Azad ava bibe, bi rê ketiye. Heta niha 14 sal in dom dike. Di encama van 14 salan de em îro hatine ber deriyê çareseriyê sekinîne.

 

‘Têkoşîn gihîştiye qonaxeke pir girîng’

 

Têkoşîna me îro gihiştiye qonaxeke pir girîng. Di vê xisûsê de 14 sal derbas bûn, di van 14 salan de ked û berwedaneke mezin hat raberkirin. Di serî de sekna Rêber Apo ya li Îmrali, li hember tecrîd û şerê psîkolojîk îradeya mirovê azad danî holê û raber kir. Li aliyê din gelê me li kolanên Kurdistan û metropolan destana berxwedanê nivîsandin û gelek şehîd dan. Gelê Kurd siyaseta xwe ava kir û xurt kir. Siyaseta Kurd jî li ber xwe da û teslîm nebû. Zilm lê hate kirin, lê dîsa jî kesî paş de gav neavêt. Lê yê rola esasî leyîstin Gerîlayên Azadiya Kurdistan in, ew jî qonax bi qonax ev têkoşîna heta roja îro anîn.

 

Pêşengên pêngava 1’ê Hezîranê ruhek ava kirin hûn dikarin vî ruhî çawa şîrove bikin?

 

Di naveroka partiya me de, ji roja destpêkê ruhekî fedaî hebû. Di zindanê Amedê de ruhê Mazlum Dogan, Ferhat Kûrtay û her sê hevalên pê re, cardin çalakvanên 14’ê Tîrmehê ev ruhê fedaî bi berxwedana xwe raber kirin. Di qada cengê de bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gelek şerên fedayîyane hatin pêşxistin. Herî dawî di sala 1996’an de rêheval Zîlan (Zeynep Kinaci) bi çalakiya xwe ya li Dersîmê ev ruhê fedayî di têkoşîna me de kir rêbaz. Di cewhera Tevgera Apoyî de ruhê fedayî heye. Piştî komploya navdewletî pêk hat şûnde, di nav tevgera me de ruhê fedayî geş bû û bû pergalek. Hêzên fedayîyan çêbû. Ji hêzên fedayîyan hîn jortir, hêzên Tabura Nemiran çêbû. Di qada têkoşînê de her ciwan, kal û pîrê Kurd de fedakarî û fedayîtî pêş ket. Mirovên me tirs kuştin û di wan de cesaret ava bû. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ev pir eşkere derket holê. Ti hêzî nedikarîbû li hember êrîşkerî û hovîtiya DAÎŞ’ê rawestiya, lê tevgera me rawestiya û DAÎŞ têk bir. Di tevgera Apoyî de ruhê fedayî û netirs pir bilind bû. Ev bi pêngava 1’ê Hezîranê û şûn ve xwe raber kir.

 

‘Di pêngava 1’ê hezîranê de fedaîbûn esas e’

 

Mirov dikare bibêje ku di pêngava 1‘ê Hezîranê de fedayîbûnî esas e. Beriya pêngava 1’ê Hezîranê dema me fêm kir ku di niyeta hikûmeta AKP de çareserî nîn e, di 2003’an de me berê refên gerîlayan da Bakurê Kurdistan. Di 2003’an de li deşta Beşîrî komek heval rastî dijmin hatin. Bejahiyeke deşt bû, mecal û derfetê şerkirinê zêde tune bû. Lê belê di pêşengtiya rêheval Şehîd Mahîr Dersîm de 7 heval ji bo rûmeta xwe ya şoreşgerî şer kirin û şehîd ketin. Cardin heman salê di meha Mijdarê de rêheval Şevger Mardîn tevî 14 hevalan li Çewligê di şert û mercê zivistanê de dijmin hate ser wan û hevalan ji bo rûmeta xwe ya şoreşgerî şer kirin û bi qehremanî şehîd ketin. Beriya pêngava 1’ê Hezîranê ev berxwedaniyana bûn tovê pêngavê. Beriya 1’ê Hezîranê jî gerîla bi fedayîyane meşiyaye. Di vir de keda Erdalan, Adilan, Nudayan pir zêde heye. Dûvre keda rêze şehîdên weke Reşîd Serdaran, Huseyînan, Kemalan, Simkoyan heye. Her wiha mirov dikare bi sedan û hezaran şehîd bijmere. Gelek ji vana di qada şer de ji bo rûmeta xwe li hemberî dijmin serî netewandin, şer kirin û wisa çûn şahadetê. Li kêleka wê ruhê fedayîyane di şexsê Êrîş û Andokan de, di şexsê Zinar û Dogayan de bilind bû ango ev ruh geş bû.

 

Bi kurtahî mirov dikare bibêje ruhê pêngava 1‘ê Hezîranê heta roja îro hat. Ne pêvajoyeke ji rêzê ye, bi ruhekî fedayî û keda fedayîyan heta roja me ya îro hatiye. Hevalên niha li ser vê xetê têkoşînê dimeşînin bi heman ruh û nêzbûnê têkoşînê dimeşînin.

 

Di 14’emîn salvegera 1’ê Hezîranê de armanca ku tevgera we daye pêşiya xwe çi ye?

 

14’emîn salvegera 1’ê Hezîranê bi dawî dibe û em dikevin sala 15’emîn a pêngava 1’ê Hezîranê. Ji niha ve xuyaye ku wê sala 15’emîn a 1’ê Hezîranê saleke ji rêzê be. Di Kurdistanê de wê weke saleke stratejîk jiyan bibe. Weke tê zanîn ev 3 sal in dagirkeriya Tirkiyeyê di pêşengtiya AKP, MHP û Ergenekonê de li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistan bi konsepteke nû êrîş da destpêkirin. Di 23’ê Tîrmeha 2015’an de helwesta xwe fermî kirin. Hîn di Newroza 2015’an de Erdogan axivî û pêvajo xera kir, cardin di meha Nîsanê de jî tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin. Di naveroka konsepta nû de çong xistina erdê hebû. Xwestin çonga Serokatiya me, gelê me û tevgera me li erdê bixînin. Jixwe Erdogan li Tirkiyeyê çû ser her kesî û çongê wan xiste erdê. Kesî nedikarî li pêşiya Erdogan raweste. Wî jî dixwest heman tiştî ji bo PKK’ê jî pêş bixîne.

 

‘Êrîşî her cure destkeftiyên gelê Kurd dikin’

 

Konseptek ava kirin. Di vê konseptê de ya herî girîng ew e ku li hemberî Kurdan tenê ne di hundirê sînorê Tirkiyê de şer bikin, li derveyî sînor jî şer bikin. Bi taybet tenê ne PKK, li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd ên derveyî sînorê Tirkiyeyê jî şer bikin. Heya destkeftiyên gelê Kurd ên derveyî sînor hebin, wê gelê Bakur îlham jê bigrin û dest ji dozê bernedin. Ji bo vê jî misoger naxwazin li Rojava statuyeke gelê Kurd hebe. Ji bo vê ew dixwazin di pêşerojê de bi şêwazeke misoger federasyona Bakurê Suriyê têk bibin. Plana wan a esasî ev e. Ji bo vê destpêkê xwesetin biçin ser Rêber Apo, siyaseta Kurd, bi şêwazeke hovane biçin ser gelê Kurd. Tê zanîn bajarên Kurdistanê li hemberî wan li ber xwe da, ew çûn ser bajaran û hemû bi erdê re kirin yek. Gotin; ‘bila ne serî li ser milan bimîne, ne jî kevir li ser kevir bimîne.’ Bi vî awayî êrîşî bajarên Kurd û her kesê ku li ber xwe dide kirin. Mînak, hinek akademîsyenan diyar kirin ku aştiyê dixwazin. Êrîşî wan jî kirin, hemû ji erk avêtin û xistin zindanan. Li Tirkiyê çûn ser tevgerên çepgir, sosyalîst, demokratîk, aştîxwaz û Kurd. Wisa êrîşeke giştî bi rê xistin.

 

‘AKP-MHP serneket’

 

Ev êrîşana ev 3 sal in tê domandin. Di encamê de AKP û MHP bi ser nekeftin. Ji ber ku bi ser nekeftin a niha diçin hilbijatinê. Dîtin ku di warê aborî, leşkerî de têk diçin û ji bo ev têk çûna wan hîn zêdetir eşkere nebe, bi şiklekî pêşwext çûn hilbijartinê. Ji ber ku bê encam man, çûn hilbijatinê. Nikarîbûn çongê Serokatî bixistana erdê, nikarîbûn siyaseta Kurd teslîm bigirtana. Hevserokên siyaseta Kurd di zindanê de ne, lê cardin jî xwe namzet nîşan dane û hemû siyasetmedarên Kurd li ser biryara xwe ne. Bi navê qeyum dest danîn ser hemû şaredariyên Kurdistanê, lê nikarîbûn gelê Kurd û siyaseta Tirkiyê ya demokratîk teslîm bigirtana.

 

‘Artêşa Tirk nikare şerê bejahî bimeşîne’

 

Di van sê salan de nikarîbûn sîstema gerîla jî xera bikirina. Sîstema gerîla niha li hemû eyaletên Kurdistanê li dar e. Gerîla di van sê salan de bi rastî berxwedaneke mezin lidar xist. Gerila li hemberî teknîka dijmin gelek taktîk û rêbaz pêş xistin. Artêşa dewleta Tirk li hemberî me niha nikare şerê bejahî bimeşîne, li hemberî me tenê şerê hewayî dimeşînin. Şerê hewayî jî mesrefekî mezin dixwaze, lewma aboriya dewleta Tirk niha têk diçe. Di vir de ya girîng; ji bo derbe li gerîla bidin û sîstema gerîla li Bakur hilweşînin hemû teknîka serdemê bi kar anîn. Li ser Herêmên Parastina Medyayê bi hezaran sortî êrîş pêş xistin ku ji bo derbe li gerîla bidin. Di van sê salan de li ser gerîla êrîşên dijwar pêş xistin, lê bi rastî jî encam negirtin. Rast e, şehîdên me çêbûn, gelek berxwedanên destanî pêş ketin, lê dijmin negihişt armanca xwe.

 

‘Dijmin nekarî sîstema gerîla li ti deran têk bibe’

 

Di vê xisûsê de dijmin nikarîbû sîstema gerîla li ti deran têk bibira. Roja îro, di sala 2018’an de ango sala 15’emîn a pêngava 1’ê Hezîranê de Gerîlayê Azadiya Kurdistan ji her demê bêhtir xurtir e. Mînak; asta çalakiyên gerîla yên di mehên biharê de pêş ketin, li gorî sala borî xurtir in. Li gorî ev mehên biharê, dema mirov li performansa gerîla raberkirî dinêre, dikare bibêje ku gerîla li gorî salên borî îsal hîn xurtir e.

 

Ev heqîqet çi nîşan dide?

 

Ew qas êrîşên dijmin ên li ser teknîkê pêş ketin, encam negirtin. Ji bo vê yekê em dibêjin; di wê îsal di navbera me û dagirkeriya Tirkiyê de bibe saleke lûtkeyî. Ji ber ku seheya şer berfireh bûye. Tenê ne gerîla, gelê Kurd jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li sê beşên Kurdistanê ango li Rojava, Başûr û Bakur têkoşînê dimeşîne. Em jî dibêjin ku, di şert û mercên îro de, bi derfetên di destê Tevgera Azadiya Kurdistanê heyî de, mirov dikare ev destdirêjiya dagirkeriya Tirkiyê têk bibe û Şoreşa Azadiya Kurdistan bi ser bixîne. Ji bo vê 15’ê mîn salvegera 1’ê Hezîranê, wê salake awarte û girîng be. Ez nabêjim wê her tişt di vê salê de diyar bibe, lê tiştên di vê salê de pêk werin wê salên pêş xwe jî zelal bike û pêşketinên xwe mezintir be.

 

Di rojevê de hilbijartina 24’ê Hezîranê heye. Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd, dînamîkên civakê yên weke jin û ciwan helwestên çi rengî raber bikin?

 

Beriya her tiştî em ne partiyeke hilbijartinê ne. Em partiya gel û têkoşînê ne. Em dixwazin bi hêza gel û têkoşîna gerîla, bi berxwedana gelêrî ya gelan biçin encamê. Şoreş wisa pêş dikeve. Ger mirov ji tiştên derve zêde hêvîdar be û vê hêviyê pir zêde mezin bike, wê ne rast be. Lê belê îro Têkoşîna Azadiya Kurdistan pir berfireh bûye. Gelek qadên xwe yên têkoşînê hene. Ji van qadên xwe yek jî qada siyasî ya têkoşîna civakî a qanunî ye. Ji bo vê qadê jî hilbijartin girîng e. Wisa xuyaye ku rejîma AKP û MHP’ê ji bo şerê li dijî gelê Kurd hîn kûr bikin û bibin encamê ev hilbijartina pêşwext ango hilbijartina serdegirtinê xistin rojevê.

 

‘Bi kuştina Kurdan bangeşeya hilbijartinê dikin’

 

Îro dagirkeriya Tirkiyê, rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hemû tiştî li gorî têkoşîna azadiya gelê Kurd eyar dikin. Ew dixwazin şer kûr bikin, vêya jî venaşêrin û di qadên hilbijartinê de jî eşkere dibêjin. Ji bo xelkên ku hestên xwe yê netewperestî heye, di wan de rehên şovenîzmê geş bikin, vê propagandayê dikin. Dixwazin bi vî awayî deng bigrin û wisa herin desthilata xwe ya qirêj ava bikin. Ango di qadên hilbijartinan de dibêjin; ‘em ê Kurdan bikujin hûn jî deng bidin me.’ Eşkere wisa dibêjin. Niha ev zîhniyeta îro, li Tirkiyê di tengasiyê de ye. Ger ku Gerîlayên Azadiya Kurdistan û giştî Tevgera Azadiya Kurdistan ev berxwedana dîrokî li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê pêş nexistana di destpêkê de li Cizrê, Surê, Nisebinê, Şirnexê, Hezexê, Geverê û li bajarên din li ber xwe nedana û gerîla ev berxwedana pêş nexista û taybet jî ger sekna Rêber APO bi vî şêwazî dom nekira û gelê me li Efrînê Berxwedana Serdemê ya dîrokî pêş nexista, berxwedana gelê Kurd û hêzên demokratîkxwaz ên Tirkiyeyê nebûna wê îro rojeva muxalefeta li dijî rejîma faşist tune bûya. Derveyî şoreşgeran, derveyî HDP jî îro li hemberî vê eniya faşist muxalefetek heye. Zemîna vê jî berxwedana gelê Kurd û hêzên şoreşger ava kiriye.

 

‘Eger baş bixebitin dek û dolab wê encam negirin’

 

Mirov dikare vêya jî eşkere bibêje gerîlayê azadiya Kurdistan di Tirkiyeyê de hêza demokrasiyê ya esasî ye. Ne berxwedana gerîla û vî gelîbûna wê ti kesî nikarbûna li hember Erdogan serî rabikira. Lê ev berxwedana, îro ev rejîma faşîst bi aloziyeke girîng re rû bi rû hiştiye û bi aloziya aborî, siyasî û dîplomatîk re rû bi rû hêlaye. Vêya jî derfet çêkiriye ku mirov bi rê û rêbazên hilbijartinê ve rejîma faşîst têk bibe. Pêwîste gelê Kurd û hêzên azadixwaz vî tiştî baş bizanibin. Ger baş nexebitin û rayek zêde negrin biryarê AKP û MHP ev e ku HDP bin bendavê bihêlin ji bo vê wê hemû pergala dewletê têxin meriyetê. Ger ku bi awayekî xurt bixebitin dek û dolabên sindoqan bikin jî nikarin bigêjin armanca xwe. Divê rayeke zêde bigrin ku ji bo leyîstok, deq û dolabên wan vala derbikeve.

 

‘HDP bi ser bikeve wê klîka faşist bi bin bikeve’

 

Ji bo vê pêwîste her kesê Kurd, welatparêz, her kesê demokratîkxwaz û derveyî sîstemê hatine hiştin, tevahî çand û baweriyên li Tirkiyê û Kurdistanê heyî li hemberî ev dewleta Faşîst di nava hewldaneke cidî de bin heta ku bikaribin têk bibin. Rolê eniya demokrasiyê li derdorê HDP civiyaye ev e ku weke bloka demokrasiyê xurt bixebitin. Ger xurt bixebitin dikarin bi ser bikevin. Ger HDP bi ser bikeve wê klîka faşîst bin bikeve. Ji bo vê her kesê welatparêz, jin û ciwanên Kurd pêwîst e di vê çarçoveyê de hewldan pêş bixîne. Cardin girtiyên zindanan divê tevî malbatên xwe di nava hewldanê de bin û qada ku lê ne bikin qada berxwedaniyê û di ev pêvajoya hilbijartinê de rola dikeve ser milê xwe bicih bînin.

 

Ev sal ne saleke ji rêzê ye divê em bi hemû hêza xwe, xwe tevlî pêvajoyê û xeta Rêber Apo bikin. Divê bi rê û rêbazên pêwîst em xwe tevlî demê bikin û erkên demê bicih bînin. Ger em hemû kes li ser xeta Rêber Apo di ev serdema dîrokî de beşdarî erkên demê bibin wê pêşeroj a me be."

 

(bz)