SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê her diçe berfireh dibe. Li dijî dagirkeriyê nerazîbûna welatî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê jî dewam dike. Welatiyên bajarê Silêmanî ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji RojNews re axivîn, nerazîbûna xwe anîn ziman.

 

Welatiyê bajarê Silêmanî bi navê Rêvan Osman nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ziman; “Pêwîste hemû aliyên siyasî bi bername û sîstemek perwerdeyî, alîgirên xwe hişyar bikin ku her welatek xwedî serweriya xwe ye û rê nedene dagirkeriya welatên din.

 

 

Hikûmeta Iraqê hikûmetek hatiye çêkirine. Ji çend pêkhate û hozan pêkhatiye. Ev jî tenê giringî didine xwe. Ji bo wan ne giringe ku herêmên Kurdan hatibine dagirkirin.”

 

Welatiyek din ê bi navê Huner Abid jî got ku pêwîste parlamento li ser dagirkeriya dewleta Tirk xebat bike û wiha domand; “Welatiyan dengê xwe daye parlamentoyê, pêwîste li parlamentoyê kar li ser nehiştina dagirkeriyê bê kirin. Belê niha parlamento ji aliyê hizbek diyarkirî ve hatiye paşxistin. Ji bo wê jî welatî hîn zêdetir serî li rêxistinan didin û bi rêya wan helwesta xwe nîşan didin.”

 

 

‘Divê yek hêza leşkerî ya niştîmanî hebe’

 

Huner Abid her wiha got; “Divê yek hêza leşkerî ya niştîmanî hebe û parastina sînorên xaka Kurdistanê bike. Belê niha hizib fermanê didine hêzên leşkerî.”

 

Her wiha Dastan Berzan jî diyar kir ku ji ber nebûna tifaqa Kurdan, di tevahiya dîrokê de welatên dagirker timî hewl dane xaka Kurdistanê dagir bikin.

 

 

Di dawiyê de jî Dastan Berzan got; “Her hewldanek li ser asta medenî û hizbî bê dayîn wê bê encam bibe. Ji ber ku beşek ji aliyên Kurdan bi xwe li gel welatên dagirker şirîkin. Hewldanên dijî dagirkeriyê paş dixin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here