Rosneft û hikûmeta herêmê li ser çi lihev kirin?

33

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Di 25’ê Gulana 2018’an de, şirketa Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li San Ptesbûrg a li Rûsya hevpeymanek nû ya neftê îmze kirin. Serokê şîrketa neftê yê Rûsya Îgor Sêçîn, di konferansek çapemeniyê ya ji bo rojnamegeran a li bajarê San Ptesbûrg de ragihand ku wana hevpeymaneke li gel Wezîrê Jêderên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewremî îmze kirine.

 

Serokê Rosneftê diyar kir ku alikariya wan a di aliyê pêşxistina beşa netef û gazê li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bike û got ku li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser kişandina boriyek a gaza xwezayî lihevkirin îmze kirine

 

 Di 3’ê Hezîrana sala 2017’an de jî şîrketa Rosneft û Wezareta Jêderên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, hevpyemana di aliyê neft û gazê de îmze kiribûn. Li beramberê vê yekê Şîrketa Rosneft, 2 milyar û 100 milyon dolar da bû Hikumeta Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî lihevkirina nû wê şirketa Rosneft heya sala 2019’an boriya gaza xwezayî nava xwe de temam bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wê ji bo pêwîstiyên herêmê, gaza xwezayî ji kompanyaya Rosneft bikire.

 

Pêngava duwemîn ya Rosneftê, heta sala 2020 boriyên gaza xwezayî ji bo derve temam bike û wê li beramberî vê şandina gaza xwezayî ji Herêmê ji bo derve, pere ji hikûmeta Herêm bê wergirtin.

 

Ji aliyek din ve şîrketa Rosneft, giringiyek mezin dide bîrên petrolê yên gaza xwezayî ên Herêma Kurdistanê de, ji bo vê dibin şirîkên bîrên petrolê.

 

Herêma Kurdistanê xwediyê 57 bîrên hilberîna gaz û neftê ye. Bîrên Danagas, Kormor, Çemçemal, Hîran û Binedawê gaza xwezayî jê tê hilberîn. Belê heya niha ne diyare hikûmeta Herêma Kurdistanê kîjan bîr dane Şîrketa Rosneft. Serokê Lijneya Jêderên Xwezayî û berhemên petrolê li encûmena parêzgeha Silêmanî Xalib Mihemed dibêje ku hemû bîrên petrolê hatine dayîna şîrketan û kar têde tê kirin, ji bo wê jî nediyare lihevkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rosneft li ser çi bingehî ye.

 

Hikûmetê ti zanyarî nedaye parlamenteran

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê li hevkirinên tên kirin de, tu agahiyek nade parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistan. Serokê Lijneya Jêderên Xwezayî yê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet ji bo RojNews got; “Tu zanyariyek di aliyê li hevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistan û kampanyaya Rosneftê de nîne. Me hewl da em zanyariyan bistênin, lê Hikûmeta bersiv neda.”

 

Palamenterê Tevgera Goran Omer Înayet yê parlamentoya Herêma Kurdistan di derbarê vê yekê de, ji RojNews re axivî. Parlamenterê Goran Omer wiha axivî; “Nebûna şefafiyetê ya di aliyê beşa neftê de bûye nexweşî, ev nexweşî jî wisane ku ne parlamenter ne jî welatî di derbarê vê li hevkirinê û dahatuya vê li hevkirinê de tu zanyarî nînin. Ez dikarim bêjim ku agadariya wezîrê aborî jî  di vê barê de nîne.”

 

Li gorî agahiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Şîrketa Rosneft li hevkirin li ser bîrên Kormor û Çemçemal hatiye kirin. Lê hemû bîrên petrolê û neftê yên Herêma Kurdistanê ji bo şîrketan hatine dayîn û niha kar di nav de dikin. Hinek ji van bîrane pirsgirêkên yasayî di navbera Hikûmeta Herêm û şîrketê de rû didin.

 

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ji nîvî zêdetir bîrên petrolê ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derketin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehê nefta di dest de, ji bo pereyê despêkê yê firoştina neftê wergirtbû. Ev yek jî ji bo çareserkirina qeyrana aborî bû. Niha bîrên di destê Hikûmetê de, nikare bi wan bîran neftê bide bazirganan.

 

 

Li alkiyekî din heya niha tu kes nizana li hevkirina 50 salan ya dinavbera Hikûmeta Herêm û Tirkiye de çilê hatiye. Niha jî ku dixwaze li hevkirina 20 salan di navbera Şîrketa Rosneft de bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nizane wê ev li hevkirin qeyranek çawa ji bo Herêma Kurdistan  bixwe re bîne.

 

(rn)