Sênî û Zerf pêkhateyên Kerkûkê tîne gel hev

27

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Her çend ku dijmin û dagirker dixwazin pêkhateyên bajarê Kerkûkê bi rêyên cûda ji hev dûr bixin û bikin dijminê hev jî, belê lîstoka Sênîû Zerf di meha Remezanê de li tevahî taxên bajêr tê lîstin. Bi boneya vê lîstokê hemû pêkhateyên bajar carek din tên gel hev û bê cûdahiya bawerî, ol û netewî bikin, li dora hev kom dibin.

 

Şevên Remezanê û piştî nimêja Terawîh, pêkhateyên Kerkûkê weke Kurd, Ereb û Tirkmen ji bo lîstina lîstoka Sênîû zerf têne gel hev.

 

Emîr Elî Ehmed yê ji netewa Ereb û xelkê bajarê Kerkûkê ye, li ser lîstoka Sênîû Zerf wiha got; “Em îro li texa îmam Qasmîn lîstoka Sênîû Zerf dilîzin. Hemû pêkhateyên Kurd, Tirkmen û Ereb tevlî vê lîstikê dibin. Ji bo xelkê Kerkûkê di meha Remezanê de lîstoka Sênîû Zerf xwedî cihek cûdaye.

 

 

Dûrê hemû pirsgirêk û aloziyên siyasî yên li Kerkûkê rû didin, em li vir bi şêweyek birane dijîn. Kurd, Ereb û Tirkmen hemû weke birane.”

 

Her wiha xwediyê loqenteyê Hejar Ehmed yê ji Kerkûkê ye, diyar kir ku lîstoka Sênîû Zerf xwedî dîrokek kevne û wiha dewam kir; “Bi salane ev lîstoke li bajarê Kerkûk tê lîstin. Hemû pêkhateyên bajar bi hev re tevlî lîstokê dibin. Lîstok ji 6 kesan pêk tê û ew jî dibine du grub. Kîjan grub winda bike, pereyê hemû tiştên di dema lîstokê de hatine xwarin dide.”

 

Welatiyek din ê bajarê Kerkûkê Tariq Ebas jî diyar kir ku lîstoka Sênîû Zerf ji kevin ve li Kerkûkê hemû mehên Remezanê tê lîstin, her wiha heval û dostên xwe ji bajarên cûda vedixwînin ji bo vê lîstokê. Tariq Ebas got ku gelek caran ew ji bo bajarên cûda jî tên vexwendin ku li wir lîstoka Sênîû Zerf dilîzin.

 

 

Lîstoka Sênîû Zerf ji 11 Zerf û Sîniyekê pêk. Du komên sê kesî yan zêdetir li dijî hev dilîzin. Destpêkê gustîrek dadinin nava zeftek de û ji aliyê gruba yekem ve li pişt perdeyek reş tê danîn. Piştre jî li sîniyê tê xistin, ji bo neyê zanîn ew gustîrk li nav kîjan zerfî de ye. Piştre Sênîbi 11 zerfan ve tê danîna ber destê gruba duyemîn.

 

Gruba pêşber ji bo dîtina zerf mafê wê heya ku du peyvên gul ji bo peydakirina gustîrkê bikar bîne.

 

Hêjay gotinê ye ku li rexmê rewşa aloz û xerab a ewlehî û siyasî ya Kerkûkê, pêkhateyên bajêr dest ji çanda xwe ya jiyana bi hev re bernadin.

 

 

 

 

(rn)