BEXDA / ROJNEWS

 

Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Iraqê têkildarî ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

 

Koma Tevgera Goran bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha tê gotin; "Hêzên Tirkiyeyê di çavçoveya zîncîre binpêkirinên xwe yên li ser welatên cîran tewamên nû dike, bi ketina bajarokê Sîdekan a Hewlêrê re careke din binpêkirin kir.

 

Bêdengiya hikûmeta Iraqê tiştekî ecêbê, em daxwazê dikin ku hikûmeta Iraqê helwesta xwe eşkere bike. Em daxwazê ji Iraqê dikin ku li Iraqê eniya Tirkiyeyê negire. Herwiha daxwazêji Wezareta Derve û hikûmetê dikin ku hemû peywendiyên dîplomasî û aborî li hemberî Tirkiyeyê rawestînin."

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here