Xewnên xwe bi komkirina sergo mezin dikin

23

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Her zarokek xewnek xwe heye. Dema xewnên zarokan tên pirsîn, gelek zarok dixwazin bibin mamosta, parêzer, polîs û gelek pîşeyên din dixwazin. Lê ev tenê ji bo hineka derbaz dibe. Bi hezaran zarok ji vê xeyalî bê parin. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê bi sedan zarok ji vî xeyalî bê pare. Bi sedan zarok li Herêma Kurdistanê di nava karên cûda de kar dikin. Ev zarok mecbûrin ji ber ku debara wan li ser wan karane. Zarokên kardikin bi xwe jî dibêjin; “Em çibêjin feyde nake, ji ber ku kes ji me pirsnake û nabêje we çi divê û em ji bo we çi bikin?”

 

Zarokê binavê Alan Rehîm (13) yek ji wan kesane ku ji bo debara xwe dikeve nava sergo. Alan xelkê bajaroka Rizgariye. Li gorî temenê xwe diviya bû Alan niha li refa 7 a seretayî ba. Lê ji aliyê malbata wî ve ji dibistanê hatiye girtin. Alan niha li ser sergoyên ku ji aliyê şaredariyê ve tên avêtin digere û ji bo debara xwe amêran kom dike.

 

 

Alan ji serê sibê heya danê êvarî diçe di nava sergo de û li amêrên weke plastîk û qotiyên salçeyê digere. Dema ku Alan van amêrane komdike, dibe nava bazarê û difiroşe. Piştî wê pereyê ku ji wan tiştan qezenç kirî dide dayîka xwe.

 

Xeyalek ya Alan hebû. Alan di xwest dema mezin bibe, bibe mamosta û xizmeta zarokên hejar yên wek xwe bike. Lê berde ji xewnê, ji xwendinê jî hatiye kirin.

 

‘Em nanê xwe di nava sergo de dibînin’

 

Zarokek din yê binavê Karwan Mihemed (14) di derbarê jiyana xwe û komkirina gelaş de wiha dibêje; “Ev karê ez dikim, karek ne paqije. Ez çend bêjim jî ti sûdek xwe nîne. Ji ber ku ez dizanim û diwê baweriyê de me, rewşa jiyana me nayê guhertin. Em di nava van sergoyan de, nexweş dibin. Lê ji ber ku nanê me di nava vî sergo de ye em mecbûrin. Ger karek din dest me bikeve, bê guman emê dev ji vî karî berdin.”

 

 

Zarokên ku ji mecbûrî dikevin nava sergo, bi nexweşiyên cuda re rûbirû dimînin. Ev zarokane bi xwe jî dibêjin ku ew nexweş dibin.

 

Ez çi bêjim feyde nake!

 

Zarokê 12 salî yê binavê Diyar Elî jî, yek ji zarokên din yên di nava sergo de debara xwe kom dikeye. Elî di derbarê roja zarokan a cîhanê de dibêje; “Ti sudek yê roja zarokan a cîhanê û axaftina min a di televziyonan de ji bo min nîne. Ji ber ku ez li vir kar dikim, kes xema me naxwe. Kes ji bo min nabêji, te çidivê ez ji bo te bikim.”

 

 

Belê weku we jî çîroka van zarokane bihîst, bi hezaran zarokên bi vî awayî di şert û mercên xirab de jiyana xwe dewam dikin. Bi taybet li Herêma Kurdistanê piştî şerê DAIŞ û qeyrana aborî bi sedan zarok neçarin di karên cuda de bixebitin. Zarokên ku di temenê biçûk de di nava karên cuda de dixebitin, rastî xirabî, zorî û tûnd û tujiyê jî tên. Heya niha rêjeya zarokên ku li Herêma Kurdistanê di karên cuda de di xebitin nediyare.

 

 

 

 

 (rn)