NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro YNK li bajarê Silêmaniyê, ji bo guftûgo kirina Hikûmeta Nû ya Iraqê civiya. Civîn di saet 11:00’an de destpêkir. Civîn di bin serokatiya Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl de destpêkir.

 

Li gorî ragihandina YNK’ê di civînê de guftûgo li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê hatiye kirin. Herwiha çûyîna şanda YNK’ê ya ji bo Bexda jî di civînê de hatiye behskirin. Li gorî ragihandinan têkiliya di navbera YNK û aliyên siyasî de jî hatiye guftûgokirin û amadekariya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî hatine gutûbêj kirin.

 

Wê di civînê de biryar li ser mijarên hatîn guftûgo kirin bên dayîn.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here