Ciwanên Başûr wê ber bi Qendîlê ve bimeşin

42

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

Li navenda Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ya Silêmaniyê, Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekî hevbeş ragihandin ku wê di qonaxa duyemîn a 'Serî Hilde' de ber bi Qendîlê ve bimeşin.

 

Daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Wilyat Berzencî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Ji berî niha ciwanan dest bi pêngava 'Serî Hilde' kirin ku 6 mehan berdewam kir. Bi serketî bû. Emê dîsan li dijî dagirkeriyê dest bi pêngavê bikin. Ji ber ku li dijî dagirkeriyê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê helweste û heya niha têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk de çi daxuyanî nedaye."

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Di roja 5'ê Hezîranê de di saet 21:00'an de ji hemû navendan emê meşên meşayî lidar bixin. Her wiha emê di roja 8'ê Hezîranê de di saet 08:00'an de, li Parka Nalî ya Silêmaniyê ber bi Qendîlê ve rê dikevîn û di heman rojê de li Qendîlê di saet 13:00'an de emê dest bi meşê bikin."

 (ab)