Dadgeha Kerkûkê biryara desteserkirina Rêbwar Talebanî da

39

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

Dadgeha Lêkolînan a Kerkûkê biryara desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbwar Talebanî da.

 

Dadgeha Lêkolînan a Kerkûkê îro li gorî madeya 331'an a Yasaya Ceza ya Iraqê biryara desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbwar Talebanî da.

 

 Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê bi wekalet Rêbwar Talebanî vê êvarê li mala xwe ya li Hewlêrê têkildarî biryara Dadgeha Lêkolînan a Kerkûkê ya der barê desteserkirina wî de, civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Talebanî diyar kir ku li Kerkûkê rewşekî neasayî heye û got; "Ji ber rewşa heye ez neçûme Kerkûkê. Ji ber bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê û pêkanîna referandûmê giliyê min hatibû kirin, wê demê ez çûm dadgehê, lê niha rewşa Kerkûkê ji bo min neguncave, lewma ez neçûme."

 

Rêwbar Talebanî axaftina xwe wiha domand; "Eger doza min bibin her bajarekî din ên Iraqê, ezê derkevin pêşberî dadger, lê li Kerkûkê naçim. "

 

Ji bûyerên 16'ê Cotmeha sala 2017'an ve Rêbwar Talebanî ji Kerkûkê derketiye.

 

(ab)